Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel aliyên siyasî dicive

2022-05-23T07:48:47.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja yekşemê 22.05.2022ê li bajarê Silêmaniyê, cuda digel birêzan Bafil Talebanî Serokê Yekêtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Selahedîn Mihemed Behaedîn Emîndarê Giştiyê Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê, Omer Seyd Elî Rêkxerê Giştî yê Bizava Goranê, Elî Bapîr Serokê Komela Dadwerî ya Kurdistanê û digel serkirdatiya wan aliyan civiya.

Di civînan da ku birêzan; Cîgirên Serok û Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û hejmareka rawêjkaran amade bûn, rewşa siyasî ya Herêma Kurdistan û Iraqê û gefên li ser wê gotubêj kirin.

Di wan civînan da tekîd li ser girîngiya diyaloga di navbera aliyên siyasî, yekdengî, bi hevrabûn û yekrêziya aliyên Kurdistanî hate kirin û hemû hevhizir bûn ku çareseriya nakokiyên navbera aliyên siyasî û yekdengiya wan, bi taybetî çareserkirina nakokiyên di navbera PDK û YNK ê da dê bandoreke erênî li ser rewşa giştiya Herêma Kurdistanê de hebe û pêgeha Kurdistanê jî li Bexdayê bihêztir dike.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser wê yekê kir ku Serokayetiya Herêma Kurdistanê li ser xebatên xwe yên ji bona yekrêzî û yekdengiya di navbera aliyên siyasî da berdewam dibe û wek hertim sêwana civandina hemû alî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê dimîne.

Aliyên siyasî xebatên Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokayetiya Herêma Kurdistanê yên ji bona yekrêzî û yekdengiyê bilind nirxandin û hêviya berdewamî û serkeftinê jê ra xwest.