2024-08-03T11:50:40.000000Z
Îro danê sibê 03.08.2024ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Thomas Zeiler Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê li Iraqê kir.
Di hevdîtinê da peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin û pêngavên dawî û pêşkeftinên danûstandinên her du aliyan ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi erênî nirxandin û piştevaniya xwe ji bo berdewamiya diyalogê û çareserkirina pirsgirêkan bi lihevtêgihîştinê dûpat kirin.
Di vê derbarê da birêz Balyozê Yekêtiya Ewrûpayê got: “Em dê hemû hewlên xwe bidin ji bo ku alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal bikin ji bo afirandina aboriyeke çalak û derfetên kar.
Her wiha di derbarê helkefta 10 saliya jenosîdê û rewşa niha û paşerojê ya Êzdiyan û pêkhateyên din yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê, rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê derbarê asayîkirina rewşa Şingal û pirsa koçberan û pêşhatên li navçeyê gotûbêj kirin.