2024-06-13T07:53:19.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê 13.06.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya General Joel Vaul Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê û şandeke pê ra kir.
Di civînê da rewşa ewlekarî û metirsiya terorê û gefên DAIŞê li ser ewlekarî û aramiya Iraq û Sûriyê hate gotûbêjkirin û tekez li ser pêwîstiya berdewamiya hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê û hêzên hevpeymanan hate kirin.
Her di vê civînê da ku, birêzan Wezîrê Karûbarên Pêşmerge û Sûpasalarê Pêşmerge amade bûn, tekez li ser serxistina proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û yekkirina hêzên Pêşmerge jî hate kirin. Di vê derbarê da her du alî li ser girîngiya piştgîriya proseyê û rakirina astengiyan hevdeng bûn.
Rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş jî hatin gotûbêjkirin.