2023-09-21T16:51:00.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê 21.09.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya General Joel Vaul Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê û şandeke pê ra kir.
Di civînê da pêşhatên dawî yên şerê li dijî terorîstan û metirsiya DAIŞê li Iraq û Sûriyê, proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û pêngavên dawî ya yekxistina hêzên Pêşmerge û pirsgirêkên li pêşiya wê hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekez li ser wê yekê kirin ku, hem li Iraq û hem jî li Sûriyê, pêwîste hemû alî hevkar bin ji bo rêgirtin li serhildana DAIŞê ku, hêşta li ser asayîş û aramiya navçeyê metirsiyeke rasteqîne ye. Her wiha, her du alî hevfikir bûn ku, kesên ji destê DAIŞ’ê tên rizgarkirin yan jî ji kampan derdikevin, divê ji bo vegerandina nav civakê werin berhev kirin û bal kişandin ser çawaniya rêgirtina li tundrewiyê.
Mijareke din ya civînê da her du alî amaje bi wê yekê jî kirin ku, her çende di proseya çaksaziyê û yekxistina hêzên Pêşmerge da hinek pêşketin hene, lê belê pirsgirêkên ciddî li pêşiya proseyê hene û pêwîste çareser bibin. Di vê derbarê de Serok Nêçîrvan Barzanî pêdagirbûna Herêma Kurdistanê ya li ser berdewamiya karkirina ji bo serxistina proseyê û yekxistina hêzên Pêşmerge dûpat kir.
Rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş mijarên din yên vê hevdîtinê bûn ku, Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê jî tê da amade bû.