2024-01-14T11:45:03.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya serdanên xwe yên li Bexdayê da, îro roja yekşemê 14.01.2024ê, digel birêz Muhsin Mendelawî Cîgirê Yekem yê Serokê Parlamentoya Iraqê civiya.
Di civînê da, rewşa siyasî û emnî û rola Serokatiya Parlementoya Iraqê di çareserkirina pirsgirêkên welat û bi taybetî pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da û proseya hilbijartina Serokê nû yê Parlementoya Iraqê nirxandin.
Her du alî tekezî li ser wê yekê kirin ku, seqamgîrî û aramiya Iraqê bi hev ve girêdayî ne û têkçûna seqamgîriyê li her devereke Iraqê bandorê li ser seqamgîrî û aramiya hemû welat dike, lewra pêwîste em hemû li Iraqê ji bo parastina aştî û aramiyê bixebitin.