Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Serok Îlham Aliyev civiya

2024-02-17T10:31:48.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di duyem roja Konferansa Asayîşê ya Munchenê li Almanyayê, roja şemiyê 17.02.2024ê, digel birêz Îlham Aliyev Serokomarê Azerbaycanê civiya.

Di civînê da, Serok Nêçîrvan Barzanî careke din pîrozbahiyê li Serok Aliyev kir bi boneya dubare hilbijartina wî ya ji bo postê Serokê wî welatî û her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîste ji bo pêşxistina peywendiyan û hevkariyên hevbeş yên Azerbaycanê digel Iraq û Herêma Kurdistanê gavên pêwîst bêne avêtin.

Di vê derbarê da behsa rêkarên vekirina Konsulxaneya Giştî ya Azerbaycanê li Hewlêrê hate kirin ku, dê bibe alîkar ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyan.
Serok Aliyev, herwiha, Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarîkirina di Konferansa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Guhertina Avûhewayê (COP29) bi fermî vexwend ku, îsal li Azerbaycanê tê lidarxistin.

Pêşhatên dawî yên rewşa li Rojhilata Navîn û metirsiyên li ser aştî û aramiyê mijarek din a civînê bû ku, têda her du aliyan tekîd li ser parastina aştî û aramiyê û pêwîstiya karkirina hemû aliyan bi hev ra ji bo vê armancê kirin.