Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Wezîrê Derve yê Brîtanyayê civiya

2023-02-19T08:46:00.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Di berdawamiya hevdîtin û civînên xwe da, êvariya şemiyê 18.02.2023ê li Munich, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz James Cleverley Wezîrê Derve yê Brîtanyayê civiya.

Di civînê da, têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Brîtanyayê, rewşa siyasî û aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, diyalog û xebatên çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da, pirsên enerjî û yasaya petrol û gazê li Iraqê, hatin gotûbêjkirin.

Birêz Wezîrê Derve yê Brîtanyayê tekezî li ser berdewamiya piştevaniya welatê xwe ya Iraq û Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê kir. Her wiha got ku, Brîtanya girîngiyê bi peywendiyên xwe yên digel Iraq û Herêma Kurdistanê dide û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo navçeyê giring e.

Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya alîkarî û piştgîriya berdewamiya Brîtanyayê kir û tekîd li ser xwesteka Herêma Kurdistanê kir ku dixwaze têkiliyên xwe di hemû waran da digel Brîtanyayê pêşde bibe, herwesa, îşaret bi wê yekê kir ku, Herêma Kurdistanê dê hertim wek fakterê aramî û saqamgîriyê bimîne.

Di civînê da, her du aliyan, behsa wan astengiyên rûbirûyê cîhanê dibin û çendîn pirsên din kir.