Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Wezîrê Derve yê Îtalyayê civiya

2023-02-19T12:15:35.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Her di çarçoveya bernameya xwe ya li Konferansa Asayîşê li Munich, roja yekşemê 19.02.2023, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Antonio Tajani Wezîrê Derve yê Îtalyayê civiya.

Di civînê da, her du aliyan, tekez li ser xwesteka du alî ya ji bo pêşxistina peywendiyên Îtalya digel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin, bi taybetî behsa berfirehkirina alîkariyên Îtalya ya ji bo Herêma Kurdistanê di warê şûnewarnasiyê da û herwiha, dabînkirina kursiyên xwendinê ji bo xwendekarên Herêma Kurdistanê li Îtalyayê kirin.

Birêz Wezîrê Derve yê Îtalyayê dupat kir ku, welatê wî bi girîngiyê ve li têkiliyên xwe digel Iraq û Herêma Kurdistanê û aramî û seqamgîriya siyasî û aborî dinêre, ji bona vê armancê jî Îtalya dixwaze zêdetir derfetên projeyên hevbeş û veberhênan û sermayarazandinê ya ji bo kerta taybet û kompanyên welatê wî li Iraq û Herêma Kurdistanê hebe.

Serok Nêçîrvan Barzanî xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo zêdetir pêşxistin û berfirehkirina warên têkilî û alîkariyên hevbeş digel Îtalyayê nîşan da û hemû hêsankarî û piştevaniyek ji bo veberhênan û sermayerazandina Îtalyayî li Herêma Kurdistanê dupat kir, herwesa spasiya hemû piştevanî û alîkariyên Îtalyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, pêşhatên dawî yên şerê li dijî DAIŞê, pirsgirêka enerjiyê li Ewrupayê û rewşa Rojhilata Navîn bi giştî di civînê da gotûbêj kirin.