Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî: Divê em rastiya siyasî nas bikin

2024-10-30T20:10:00.000000Z
Didar Gotar Perwerde û Hînkirin PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Îro danê êvarê roja çarşemê 30.10.2024ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya paneleke salane ya Enstîtûya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) de kir ku, hejmarek ji berpirsên hikûmet û partiyan, nûnerên welatên biyanî, mamostayên zanîngehê û kesayetiyên navxweyî û biyanî amade bûn.

Di bersiva pirsekê di derbarê hewlên wî yên ji bo encamdana hilbijartinên xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê û girîngiya hilbijartinan de wiha got:

“Ez kêfxweş im ku careke din bi we re hevdîtinê bikim û bi xêrhatina we hemûyan dikim. Pirsa hilbijartinan ji bo Herêma Kurdistanê mijareke girîng bû. Hûn dizanin ku hilbijartin çavkaniya rewayetiya desthilata Herêma Kurdistanê ye û bi rastî paşxistina hilbijartinan ji bo Herêma Kurdistanê xerab bû. Bêguman bi hewl û xebateke mezin Bexdayê ra ku, ez dikarim li vir îşaretê bi wê yekê bikim ku Bexda gelek alîkarî kir. Serokwezîr bi xwe birêz Sudanî, birêz Fayeq Zeydan Serokê Desteya Dadwerî, birêz Casim Mihemed Serokê Dadgeha Federal, herwesa Parlamentoya Iraqê hemû bi giştî gelek hevkar bûn. Bi giştî hemû alîkar bûn. Ez dixwazim spasiya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê bikim ku bi awayekî pir profesyonel û bê alî karê xwe bi cîh anî. Hilbijartin girîngin ji ber ku meşrûiyeta desthilatê dide her kesê ku di hilbijartinan de bi ser bikeve, Herêma Kurdistanê ev model di çarçoveya  Iraqê de hilbijartiye û Iraqê jî ev model hilbijartiye ku, ew jî demokrasî ye û pirsa yekalîkirina desthilatê bi rêya sindoqên dengdanê, ji ber hindê ev hilbijartin ji bo Herêma Kurdistanê girîng bûn. Mirov dikare bibêje ku di vê hilbijartinê de serketiyê herî mezin gelê Kurdistan û Iraqê bû. Ez wisa dibînim, ne kêm e ku, ji sedî heftê û duyê gel beşdarî vê hilbijartinê bû. Çend tiştên biçûk qewimîn, helbet, wek her hilbijartinek li cîhanê, dibe ku hinek pirsgirêk hebin, lê eger mirov bi giştî lê binere û bi hilbijartinên din re bide ber hev, bi geşbînî em dibînin ku prosesa demokrasiyê li Kurdistanê li ser rêyek rast pêş dikeve. Ez nabêjim ku her tişt bêkêmasî ye û tu pirsgirêk nînin, lê di çarçoveya pêvajoya demokratîk de gelê Kurdistanê îspat kir ku hejaye  zêdetir jê ra bê kirin, ev gel hêjayî spasiyê ye. Bifikirin ku du partiyên hevrik di heman demê de li du cihên cûda yên Hewlêrê kampanyayê li dar dixin her yek ji bo partiya xwe û ti pirsgirêk derneketine. Ev nîşaneya wê yekê ye ku gelê me bi hişmendiya ku niha gihiştiye wê baweriyê ku divê pirsgirêk bi rêyên demokratîk bêne çareserkirin. Hilbijartin ku ji aliyê hemû pîvanan ve gelek serkeftî derbas bûn, ez pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê dikim."


Di derbarê gazindên hin aliyên rikeberiyê ya li ser proseya hilbjartinan û encamên dengdanê, li hember wesifkirina paqijiya hilbijartinan ji aliyê UNAMI û çend aliyên din yên navdewletî ve, herwiha di derbarê bi dawî hatina helmeta hilbijartinan û tirsa ji astengiyên li pêşiya pêkhatina Hikêmeta Herêma Kurdistanê û di derbarê rola wî di pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê got:

“Gelê Kurdistanê di vê pêvajoyê de bi ser ket û yên ku di nava rikeberiyê de ne, beşeke ji vî miletî û ji van hêzên siyasî yên ku îro li Herêma Kurdistanê hene. Ev hilbijartin bi dawî bûn û me hilbijartin pêk anîn û em nikarin careke din di atmosfera hilbijartinan de bin û li dijî hev biaxivin. Divê em bi hev re bixebitin û ya ku li pêş me ye ji ya ku çûye pir û pir mezintir e. Rikeberî û opozisyon dikare di parlamentoyê de rola xwe bilîze, ger rikeber hebe. Hebûna rikeberiyê di her sîstemek siyasî de dikare alîkariya çavdêriya kar û xebata hikûmetê bike, em jî wisa dibînin ku hinek ji van partiyan tên ser desthilatê û hinek ji wan weke rikeber di parlamentoyê de dimînin, lê ew ne dijminên hev in. Yên desthilatdar ne dijminê rikeberiyê ne, ne jî rikeber dijminê desthilatê ye, dijmindarî nîne, hevrikiya siyasî heye, lê weke dijmin em ne dijminê hev in.  Bi baweriya min hêzên siyasî yên Kurdistanê li ber ceribandineke mezin in. Ji sedî 72 ê gelê Kurdistanê beşdarî hilbijartinan bû ev peyam, çi peyam e? Ji bo me û ji hêzên siyasî re peyameke ku me ew bawerî daye we, lê divê hûn jî hêviyên baweriya ku me daye we, pêk bînin. Divê hêzên siyasî pê bihesin ku hê jî ji hewaya hilbijartinê derneketine, kake qediya û me hemûyan axaftina xwe kir  û her aliyekî bi kampanyaya hilbijartinê hewl da ku baweriya xelkê bidestbixe û xelkê jî dengê xwe da partiya ku dixwest. Kampanyaya hilbijartinan bi dawî bû û eger em her di wî atmosferê da bimînin em dê zirarê bibînin. Çima em winda dikin? Ji ber ku li herêmê guhertinên mezin diqewimin, em winda dikin. Em nikarin dîsa gelê xwe bêhêvî bikin. Nizanim çiqas zû, lê divê em hewl bidin di zûtirîn dem de hikûmetekê ava bikin û alî dest bi danûstandinan bikin. Ev hemû pêvajoyek e û îro danê sibê komîsyonê bi fermî encamên hilbijartinan ragihand û piştre jî proseyên din dest pê dikin, gilî û gazin û hwd. Min hurmet ji hemû hêzên ku behsa hinek pirsgirêkan dikin heye, bi baweriya min ev hilbijartin yek ji paqijtirîn hilbijartinên Herêma Kurdistanê bû û niha dem hatiye ku aliyên siyasî bi dilekî fireh li hev bikin. Helbet hin rêkarên protokolî hene. Piştî ku li hemû lêpirsînan tê nêrîn, li gorî qanûnê divê Serokê Herêma Kurdistanê daxwaza civîna parlamentoyê bike. Em vê pêvajoyê hemûyê dikin û ez difikirim ku hêzên siyasî ji niha ve dest bi danûstandinan kirine, lê ez nizanim koalîsyonek çawa dibe, lê di encamê de hejmar diyar bûn kî dikare bi kî re biaxive û kî dikare çi bike? Ev kursî û jimare ne ji vê zêdetir tu tiştekî din di dest da nîne, li gor wan jimareyên berdestin divê hikûmeteke hevpeymanî be, lê ew hevpeymanî çawa dê pêkwere, bi baweriya min divê hêzên siyasî zêdetir li ser vê xalê bisekinin, ji ber ku ti hêzek li Kurdistanê kursiyê wê têrê nake ku bi tenê hikûmetê pêkbîne. Helbet divê hewl bide bi hêzên din re tifaqan çêbike. Kurdistanî bi hemû pêkhateyên xwe ve li benda wê yekê ne û ev yek ji bo Kurdistanê îro û ji bo pêgeha Herêma Kurdistanê li Bexdayê girîng e.


Di derbarê wê tirsa di medyayê û di gotûbêjên siyasî da tê behs kirin ku dijî pêşbîniya wî ne, bi taybetî PDK û YNK ji bo hev dê kompromîs nekin û gelek caran ji bo  çareserkirina pirsgirêkan serî li saziyên yasayî yên Bexdayê didin, Herwesa di derbarê rola Serokê Herêma Kurdistanê ji bo qonaxa paşerojê, got:

“Ger em li pêvajoyê binêrin, li hilbijartinan binêrin, ez difikirim ku çend caran, sê caran, çar caran hilbijartin hatin paş xistin, lê di encamê de heman tişt digotin ku hilbijartin nayên kirin û YNK û PDK qebûl nakin hilbijartin bêne kirin, digotin eger hilbijartin werin kirin dê pirsgirêk derkevin holê û dê pirgirêkên mezin biqewimin, lê kampanyaya hilbijartinê bû û hilbjartin hatin kirin û tu pirsgirêk çênebûn. Me ev qonax derbas kir. Di derbarê mijara du rêveberiyan de jî min di axaftinên xwe yên berê de gotibû em dê nebin du îdare yan rêveberî, em dê bibin sifir îdare. Yanî em dê nebin du îdareyî, du îdareyî yanî çi? Herêma Kurdistanê xwediyê çarçoveyeke destûrî ye, Herêma Kurdistanê li gorî destûra bingehîn a Iraqê hatiye avakirin, ku ji sedî 80’ê gelê Iraqê dengê xwe pê daye. Li gorî Destûra Iraqê, rêkarên avakirina herêmê li gorî makezagonê zelal e. Tiştê ku hûn behs dikin, ez difikirim ku êdî dema wê hatiye, çima? Me hilbijartinek serkeftî pêk anî, pir serkeftî bû mijara rewabûna saziyên Herêma Kurdistanê îro çi li hundir û çi li derve hatiye guhertin. Bi dîtina min ev hilbijartina herî girîng e li Herêma Kurdistanê ji sala 1991ê ve. Niha dema wê yekê ye ku, piştî hemû wan pirsgirêkan, ji nû ve dest pê bikîn, ji Dadgeha Federalî bigre û hilweşandina parlamentoyê û her tiştên din. Niha dem hatiye ku careke din dest bi dîtina modeleke guncaw ji bo çareserkirina kêşeyên li gel Bexdayê bikin. Lê çawa dikarin van pirsgirêkan çareser bikin?  Destpêkê divê nav mala xwe birêkxistinî bikî, bizanibî tu çi dixwazî, hikûmetek hebe, hikûmetek çalak be, hikûmetek bihêz hebe, bihêz bi wê wateyê ku bikaribe bersiva daxwazên xelkê bide. Divê ew hikûmet hewl bide rêyên lihevtêgihîştinê û çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê ra bibîne. Bila em di vê pirsê da zelal bin ku, reftara Bexdayê ya li hember Herêma Kurdistanê ne federalî ye û pir navendî ye. Bi sîstem me tişteke heye li Iraqê bi navê federalî, lê di rastiyê de her tişte, lê bi tenê ne federaliye.

Helbet ne tenê li vir, min ev axaftin bi berdewamî bi Bexdayê re kirine. Min li gel birayên xwe yên li Bexdayê û bi hemû aliyên siyasî yên Bexdayê re gelek vekirî axiviye. Min got, eger em dixwazin Iraq li gel gelê xwe di aramiyê de be û di warê siyasî de aram be, kilîla çareseriyê çareserkirina kêşeyên bi Herêma Kurdistanê ra ye. Ji sala 2003’an ve em ji her du aliyan ve dibêjin ku destûr hakim e, lê di rastiyê de em wisa nabînin. Helbet ev gilî ne tenê li ser Bexdayê ye, ez behsa Herêma Kurdistanê jî dikim. Lê bi baweriya min ev hilbijartin derfeteke mezin da, derfeteke nû ji bo gihîştina çareseriyekê bi Bexdayê re ku ji bo Herêma Kurdistanê û Bexdayê xêr be û sûdê li hemû Iraqê bike. Ev hilbijartin girîng e û divê di zûtirîn dem de hikûmeteke bi bandor û bihêz ava bikin û ji bo hemû pirsgirêkên ku îro hene bi Bexdayê re diyalogê bikin. Pirsgirêka bûdceyê ye, meseleya maddeya 140ê ye. Yanî pirsgirêk ne tenê ev herdu ne, gelek pirsgirêkên din hene.

Di sala 2003ê de Kurd bi xwesteke xwe beşdarî proseya siyasî ya Iraqê bûn, bi hêviya ku Iraq bibe Iraqeke demokratîk û federal. Beriya sala 2003ê rewşa me wek ya niha bû, ne pir cuda bû, lê em çûn û bi awayekî çalak beşdarî proseya siyasî bûn bi hêviya ku ev sîstem bi cîh bibe. Îro pirs ev e ber bi ku derê? Ma heta kengê em ê bibêjin makezagon, makezagon, makezagon, Em hê jî nabînin ku ji bo cîbicîkirina makezagonê gavek hatibe avêtin? Ez gelek caran dibêjim ev welatên derve Ewrûpa û Amerîka alîkariya wan a herî mezin a Kurdistanê û Iraqê yek tişt e; Alîkariya me bikin ka çawa destûra Iraqê li Bexdayê cîbicî bikin. Min ji birayên xwe yên li Bexdayê re gotiye. Ew dibêjin ku, li Herêma Kurdistanê girîngiyê bi Bexdayê nadin û ew desthilatên Herêma Kurdistanê bi we dane ne federal in, ji federaliyê zêdetir in. Weke herêmekê dibînin û dibêjin hêza ku we daye xwe ji konfederasyonê wêdetir e. Em li Hewlêrê Bexdayê çawa dibînin? Em dibêjin ku awayê danûstandina we bi me re ne tenê ne federal e, lê belê ji navendî jî navendîtir e! Baş e, di navbera van her du dîtinan de xala navîn li ku derê ye? Xala navîn ku em hewl bidin pirsgirêkan çareser bikin li ku ye? Ji bo me stratejiya Herêma Kurdistanê diyar e û em dixwazin pirsgirêkên Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de li gorî destûrê çareser bikin, ev yek zelal e. Îcar berê çi bû û kî li ku derê xeletî kir? Bi baweriya min me herduyan jî îhmalî kiriye; Hem  aliyê Herêma Kurdistanê hem jî ji aliyê Bexdayê, pirsgirêk ne yekalî ye. Ez naxwazim Bexdayê bi tenê yan Herêma Kurdistanê bi tenê gunehbar bikim, lê bi baweriya min paşeroja vî welatî, wek Iraq, dê rê bide me ku em modêlekê bibînin cîhê razîbûna hemû aliyan be. Hemû razî bin û em bikarin bi hev re kar bikin. Bê hikûmeteke bihêz li Herêma Kurdistanê, bêyî ku aliyên siyasî li hev rûnên ku, hîn jî di nava atmosfera kampananyaya hilbijartinan de bin. Ew yek temam bû, kampanyaya çi? Xelkê dengê xwe dan û diyar bû kê çend deng daye û diyar bû kê dengê xwe daye kî. Divê ev mesele bi dawî bibe. Em ne dijminên hev in, em hevrikên siyasî ne, lê em weke rikeber û weke hikûmet kes ji me ne zêdeye, em temamkerên hev in. Em hemû di heman keştiyê de ne û divê em alîkariya hev bikin da ku ev pêvajo di zûtirîn dem de pêk were. We pirs kir ka ez dikarim çi bikim? Weke erkekî yasayî û exlaqî çend erkên min hene, wek Serokê Herêma Kurdistanê ezê desthilata xwe pêk bînim û hewleke ciddî bidim ji bo ku di zûtirîn dem de hikûmet bê ava kirin û divê em hemû bi awayekî realîst li hejmaran û li kursiyan binêrin. Bi dîtina min rewşa berê ya desthilatdariya Kurdistanê nikare wisa berdewam bike. Demeke nû ye û divê em bi van geşedanan re bi awayekî cuda tevbigerin.

Li ser pirsa gelo bêyî YNK û PDK’ê li Herêma Kurdistanê hikûmetek ava dibe yan na?


“Nexêr, li Herêma Kurdistanê faktora hêzê diyar e, aliyekê hinek kursî zêde bûne yan kêm bûne, ev mijareke din e. Lê di encam da min îşaret pê kir û min gelek bi diplomasî ji te ra got, lê tu dixwazî ez zêdetir  bibêjim, pirsgirêk ev e, nexwe min ji te ra got, min got jimare, min got kursî, min got deng, ez nizanim tu çi dixwazî? Bi rastî ez nizanim zêdetir behsa çi bikim.


Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser pirsa ku eger hikûmet bi beşdariya YNK û PDKê were avakirin, mijara petrolê ya li gel Bexdayê dê çi be?


Te behs kir ka li Bexdayê karê pêşîne çi ye? Belê mûçe û debara xelkê Kurdistanê gelek girîng e û ji karên pêşîne, gelek jî girîng e. Bi spasî ve heta niha digel Serokwezîrê Iraqê û Serokê Dadgeha Federal me civîneke sê alî li ser vê mijar, li ser pirsa mûçe kir. Min ji birêz Serokwezîr Sudanî ra got: Baştirîn çareserî ewe ku em civînek sê alî bikin. Em diçin ba Serokê Dadgeha Federal gotineke û diçin ba aliyek din gotineke din e, werin da em bicivin, werin em hemû bi hev ra bicivin dûr ji ragihandinê. Dawiyê me wisa kir, di civîneke da ku Dr. Elî jî haydar e ku li vir amade ye, em civiyan, li Bexdayê gelek zelal bû, hem biryara Dadgeha Federalî li ser mûçeyê mûçegirên Herêma Kurdistanê diyar bê, hem Serokwezîr pêdagiriya xwe gelek bi zelalî eşkere kir. Bi spasî ve divê bêjim ku heta niha di wê çarçoveyê da gelek bi ciddî xebitiye da ku ew pirsgirêk werin çareser kirin.


Hin alî di wê baweriyê de ne ku meseleya petrolê mijareke siyasî ye. Siyasî çi ye? Neft pirsgirêkek aborî ye. Em pirsa petrolê weke pirseke siyasî nabînin, ji ber ku eger em li rastiya erdnîgariya Kurdistanê jî binêrin, em nikarin petrolê weke pirseke siyasî bibînin, lê em weke kelûpeleke bazirganî dibînin û em wê jî wisa dibînin. Bi spasî ve Tirkiye rê da me ku em petrolê hinarde bikin. Tirkiye ji vê yekê tiştek bi destnexist, bêtir ji bo alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bû, me neft nefirotiye Tirkiyê, ne jî Tirkiyê ti carî zext li me kiriye ku em neftê bifroşin wan. Petrol ji şîrketên navneteweyî re hatiye firotin. Hûn dizanin, li cîhanê çend şirket hene ku petrolê dikirin, neft hate firotin. Rewşa niha ew e ku ev petrol bi rêya boriyan nayê hinardekirin. Heya niha, eger ez ne şaş bim, herî kêm 15 milyar dolar zirar daye Iraqê. Dibe ku Iraqê piştî girtina boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê zêdetirî 15 milyar dolar zirar dîtibe. Baş e ev yek dibe? Çima Bexda li ser vê yekê nafikire? Dibêjin girêbestên Herêma Kurdistanê ji yên Iraqê cuda ne. Girêbestên me girêbestên hevbeş in, girêbestên li Iraqê hene zêdetir girêbestên xizmetgûzariyê ne, li hindek cîhan jî weke girêbestên me ne, weke mînak devereke weke Geyare  ji bona berhemanîna her bermîle neftê 26 heta 27 dolar destnîşan kirine. Başe çima li Herêma Kurdistanê kompanî daxwaza 20 dolaran kiriye û mesele li ser vê yekê rawestaye. Ez niha vê yekê wek derfetek dibînim ku ji Bexdayê daxwaz bikim ku bi awayekî rast û aqilane li ser vê pirsê bifikire, bi awayekî aborî ne bi awayekî siyasî. bi awayekî aborî Iraqê li kuderê Iraqê ziyan kiriye û li kuderê qazanc kiriye? Divê ew wisa li meselê binêre. Bi dîtina min çareseriya rast ew e ku careke din nefta Herêma Kurdistanê wek petrola Iraqê bi boriyan were şandin û hinardekirin. Pirsgirêka Tirkiyê tune ye, mesele ne Tirkiye ye, li Bexdayê û li parlamentoyê jî heye. Ez dubare bikim ku di vê proseyê de ziyana herî mezin Iraq dibîne û divê ev yek bê çareserkirin.


Pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de girêdayî Serokwezîr, welat û koalîsyonekê ne, yan jî mezintir û berfirehtir in? Serok Nêçîrvan Barzanî got:

“Li gorî min, dibe ku beşek ji pirsgirêkê ev be ku em hîn jî bi tevahî rûneniştine ku em bibînin ka awayê pirsgirêk çi ne? Li Bexdayê min gotûbêjeke pir zelal ligel çarçoveya hemahengiyê kir û şevek dirêj bi wan re rûniştim, ez bi Serokê Dadgeha Federal re rûniştim.  Ger hûn guhdarî wan bikin tiştên ku ew dibêjin, tu ji wan re dibêjî bila zûtirîn dem werin Hewlêrê û bi zanîngehên me re biaxivin, ji ber ku ew ji me pirtir li ser cîbicîkirina destûrê û li ser pirsa çawaniya çareserkirinê nîgeran in. Ew awayê ew behsa federaliyê dikin¨ em bi xwe nizanin bi wî awayî behs bikin. lê pirsgirêk ew e ku aliyek tune yan mekanîzmek tune. Em her du jî bi tiştên biçûk û bi taktîkên rojane mijûl in ku me ew tiştên mezin ji bîr kiriye ku dê bibe sedema aloziyê. Ev tiştên mezin in ku dê bibe sedema aramiyeke siyasî ya mezin li Iraqê ku di berjewendiya hemû Iraqê de ye. Pirsgirêka Kurd li vî welatî pirsgirêkek giran e. Ez ji we ra mînakek behs bikim ku min berê jî behs kiribû. Di sala 1970ê de rejîmê bi nemir Mela Mistefa Barzanî re belgeyek îmze kir bi Mela Mistefa Barzanî nemir re belgeyek îmze kir ku bi navê rêkeftina 11ê Adarê tê naskirin. Ji ber ku rejîmê bawerî bi peymanê nebû, di sala 1974’an de ji bo têkbirina şoreşa Kurdan şer da destpêkirin. Wî nikarîbû şoreşê têk bide, ji ber wê jî neçar ma ku bi Şahê Îranê re lihev bike û nîvê Şetul Ereb bi Şahê Îranê bide. Wî heşt salan şerê Komara Îslamî ya Îranê kir ku wê nîvê dîsa bi dest bixe. Ev dîroka doh û pêrê ye û bi milyonan kes hatin kuştin û bi hezaran kes jî koçber bûn. Lê eger rayedarên Iraqê ji roja ewil de fêm bikiran ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkek ciddî ye û divê çareseriyeke bingehîn jê ra bê dîtin, Iraqê ew hemû tiştên din nedidîtin. Heşt salan şer kir û deyndar bû, ji ber wê jî neçar ma ku here Kuweytê. Mebesta min ne ew e ku ez qala dîrokê bikim, lê ez behsa dîrokê dikim da ku ders jê werbigrîn¨ ne ku wekî çîrok were vegotin. Tişta ku ez pê ditirsim ev e ku divê em herdu jî hewl bidin ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bi awayekî stratejîk bifikirin. Tişta ku niha diqewime ne çareserî ye. Niha Iraq çawa ye? Dema ku hûn bi sunniyan re diaxivin, ew hîn jî ditirsin ku paşeroja wan çawa be. Dema tu bi birayên xwe yên şîî re diaxivî, behsa tiştên kevin yên ku hatine serê wan dikin. Dema mirov bi Kurdan re diaxive ew jî ji rabirdu, niha û paşerojê ditirsin. Divê rojekê ev yek çareser bibe û ev yek nikare berdewam bike. Ev çawa çareser dibe? Hêza min heye û hêza te tune û ez bi hêz im û tu jî qels î, pirsgirêk bi vî awayî çareser nabe. Ev bi diyalog, hevdîtin, lihevkirin û nermbûnê dê çareser bibe. Eger ev yek bê çareserkirin, bêguman dê bandoreke erênî li ser welatên din jî bike û rewşa Iraqê dê bi awayekî berçav biguhere. Ji ber vê yekê stratejiya Herêma Kurdistanê  ev e, çi ji bo niha be, çi ji bo dema piştî hilbijartinan be, çi jî piştî hilbijartinan be. Rastiyek din jî heye ku mesele ne tenê serokwezîr e, sîstema Iraqê bi awayekî ye û serokwezîr jî beşeke ji wê sîstemê ye. Lê hêzeke siyasî jî heye û tiştên din hene ku ne hêsan û pir zehmet in. Yanî eger bi serokwezîr re lihevkirinek çêbibe, lê wê çaxê pirsgirêk dest pê dike û divê hûn bi hêzan re biaxivin, divê hûn bi partiyên siyasî re biaxivin û divê hûn vê yekê bikin, ev model ji bilî Iraq û Herêma Kurdistanê li ti cihekî cîhanê nîne."

Ez dixwazim wê yekê jî bibêjim ku Herêma Kurdistanê li ser yek tiştî zelal e û em dixwazin li herêmê û ligel Tirkiye û Îranê bibin faktoreke sereke ya aramiyê, helbet di çarçoveya alîkariya Iraqê de. Weke mînak peywendiyên me bi Tirkiyê re gelek baş in û bazirganiya Tirkiyê bi Iraqê re jî nêzîkî 12 milyar dolar e, eger ez ne şaş bim. Ji sala par ve heta asteke mezin me karî pirsgirêkên li gel Îranê çareser bikin. Ez difikirim ku piştî serdanên min yên Tehranê, hevdîtinên bi Rêberê Bilind yê Komara Îslamî ya Îranê, Ayetullah Xameneyî ra û piştre bi Serokomar û serdana Serokomarê Îranê bo Hewlêr û Bexdayê û Serokomarê Tirkiyê ku pêştir serdana Hewlêrê kiribû. Îspat bû ku em di qonaxeke nû ya vê pêwendiyê de ne. Em dixwazin bi cîranên xwe re faktora ewlehiyê bimînin û alîkariya Bexdayê jî bikin. Hemû ew tiştên me kirine bi nêzîkatî û hevahengî bi Bexdayê ra hatine kirin. Serdanên me hemû bi agahdariya Bexdayê bûn. Herêma Kurdistanê niha û di paşerojê de dikare bibe alîkariyek mezin ji bo Bexdayê.”

Di derbarê rewşa siyasê, zehmetî û astengiyên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serok Nêçîrvan Barzanî got:

“Damezrandina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêsan nabe, Ma divê em rastgo bin û hêviyên xelkê bilind bikin û bibêjin ku emê di zûtirîn dem de kabîneya nû ava bikin? Ew dê ne hêsan be. Lê ez bawer nakim ku lihevkirinek ne mumkun be. Di encam da li Herêma Kurdistanê rastiyeke siyasî heye û divê em wê rastiya siyasî qebûl bikin. Xala duyemîn jî ewe ku divê em ji atmosferê hilbijartinan derkevin. Temam ma heta kengî? Hilbijartinek bû, kampanya hat kirin, mîkrofon hatin avêtin û gelek tişt hatin kirin. Lê ev qediya û ew qonax jî qediya. Divê ev qonaxa nû wek xwe were xwendin û em hemû ji bo çareserkirinê hewl bidin.”


Di bersiva pirsiyareke din a amadebûyan de li ser pirsa petrola Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê got:

“Min pêştir behs kir ku nêrîna me li ser pirsa petrolê ew e ku petrol mifayekî bazirganî ye û ne siyasî ye, lê proseya petrolê bi xwe ra bi milyaran dolar anîne Herêma Kurdistanê. Ew binasaziya ku li Herêma Kurdistanê hate avakirin di wê heyamê de bû. Ez bê guman dixwazim ku hûn zanibin û ji bo dîrokê, ew pêvajo zêdetir ji proseya neftê bû. Di derbarê wê yekê ka gelo em di vî warî de bi ser ketin an bi ser neketin, ez naxwazim bikevin nav wê gotêbêjê. Ez dikarim nîqaş bikim ka em li ku derê bûn û em bi ser ketin an na? Li gorî destûrê neft milkê hemû gelên Iraqê ye. Me pirsa hinartina petrolê, dema ku Bexdayê bûdceya Herêma Kurdistanê birî, destpêkir. Divê em vê yekê ji bo dîrokê bi bîr bînin, me li gel Bexdayê li hev kir bû ku eger hûn erkên xwe yên li hember Herêma Kurdistanê cîbicî nekin, em neçarin vê bikin. Me qet nexwest em vê yekê li derveyî Bexdayê bikin, ji ber ku pirsgirêka Kurd pirseke aloz e. Di encamê de boriya petrolê hate çêkirin û di ser Tirkiyê re hinarde kir. Ev bi serê xwe ne tiştek piçûk bû, lê ji bo guhertina wê ramanê pir mezin bû. Lê ev ne tenê ji bo Kurdistanê bû, ji bo Iraqê jî bû. Niha ya girîng ew e ku divê ev mijar li Bexdayê bi ciddî were girtin û zirara ku giheştiye Iraqê ji ber nehiştina boriya petrolê were vekirin, pir mezin e. Hêvîdarim di zûtirîn dem de ev pirsgirêk çareser bibe.”

Li dawiyê de Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya amadekarên civîna salane ya MERI û bi taybetî spasiya  Dr. Dilawer Alaeddîn kir ku hemû kesayetiyên Iraq, Kurdistan û derve vexwendine ku li ser mijarên curbecur nêrîn û gotûbêjên xwe yên zanistî bînin ziman.