Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî: Em wek yek tîm bi Bexdayê re kar dikin

2025-02-16T16:14:00.000000Z
Kongreyên rojnamevanî

Di sêyem û dawîn roja Konfransa Asayîşa Munchenê da, roja yekşemê 16.02.2025ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana xwe ya Almanyayê civîneke rojnamevaniyê bi çend kanalên têlêvîziyonî re bi dawî anî. Di civîna rojnamevaniyê da behsa naveroka hevdîtin û civînên xwe kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî di destpêkê de got: Bê guman, her sal em beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munichê dibin. Ji bo me wek Herêma Kurdistanê, beşdariya di van konferansan da derfeteke ku ji nêzîk pêşkeftinên li cîhanê û bi taybetî li herêma me ew pirsên peywendî bi Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê ve heye nîqaş bikin. Ew ji me ra derfetek e ku em di nav du rojan da gelek kesan bibînin û nêrînên xwe wekî Herêma Kurdistanê ji bo beşdarên konferansê berçav bikin. Îsal jî beşdariya me di vê çarçoveyê da bû û me gelek nîqaş û civîn hebûn. Me dîtina Herêma Kurdistanê li ser mijara ewlehiyê û pirsgirêka aramiyê li navçeyê berçav kir û me guhdariya dîtina hemû aliyên din jî li ser hemû ew pêşhatên îro li cîhanê hene û bi taybetî yên ku li navçeya me diqewimin kir.

Li ser pirsa pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serdana şandeya Îmraliyê ya Herêma Kurdistanê, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Em di gotûbêjên ciddî da ne û şandeyên her du partiyan, YNK û PDK jî ji bo pêkanîna kabîneya dehem di gotûbêjên ciddî da ne. Heta niha çendîn civîn di navbera me da li ser pêkanîna hikûmetê hatine kirin û em geşbînin ku di demek nêzîk da bigihin encamekê. Helbet civîn û dîdarên berê li ser wê yekê bûn ku em çawa dikarin bi hev re kar bikin, eger em hikûmetekê da hevbeş bin, ew hevbeşî tê çi wateyê û çawaniya eşkerekirina wê hevbeşiyê. Ev hemû ew pirsin yên ku cihê girîngiya me her du aliyan, YNK û PDKê, bûn. Me di van waran da pêşkeftinên baş bi dest xistine û em hêvîdar in ku di demek nêzîk da wan biqedînin û piştre civîneke din li ser çawaniya postên YNK û PDKê û pêkhateyên din, yên beşdar di hikûmeta Herêma Kurdistanê da pêk bînin û em dê li ser vê mijarê biaxivin.
Pirsa serdana şandeya Îmraliyê (Dem Partî) yên ku çûbûn Îmraliyê û îro li Hewlêrê ne û bi cenabê Serok Barzanî civiyane, ez dê sibê li Hewlêrê bi wê şandeyê ra bicivim. Ew şande bi peyama birêz Abdula Ocalan hatin Hewlêrê û ji wir jî dê biçin Silêmaniyê. Bê guman, em li bendê dibin ka peyama wan çi peyameke. Em di wê baweriyê dane peyama aştiyê be û ji bo seqamgîriya Tirkiyeyê be. Peyam wê zêdetir ji bo PKK ê be û em hêvî dikin ku PKK helwest hebe û pêşwaziyê li peyama birêz Ocalan bike.

Derbarê nirxandina hevdîtina xwe ya digel Wezîrê Derve yê Amerîkayê, weke berpirsê herî bilind yê Iraqê ku hevdîtinê bi berpirsên payebilind yên kabîneya Trump dike û bikaranîna peywendiyên xwe yên bihêz ji bo nêzîkirina nêrînên Hewlêr-Bexdayê, Serok Nêçîrvan Barzanî got: Me bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê re hevdîtineke baş pêk anî, lê wek hûn jî dizanin, ev demeke ne dirêj e li ser kar e û nû dest bi kar kiriye. Me li ser tiştên hevbeş di navbera Iraq û Amerîkayê da gotûbêj kir, me tekez li ser wê yekê kir ku divê Iraq bibe faktorek ji bo ewlehiya navçeyê û Iraq dixwaze rola xwe bilîze ji bona ku pirsgirêk mezin û berfireh nebin. Di vê çarçoveyê da, li ser navê Herêma Kurdistan û Iraqê me Wezîrê Derve yê Amerîkayê vexwendiye ku serdana Iraqê bike û beşdariya merasîma vekirina Konsulxaneya nû ya Amerîkayê li Hewlêrê bibe.

Serok Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirseke din ya di derbarê rewşa Sûriyeyê û gotûbêjkirina vê mijarê di civînên xwe de got: Di hemû hevdîtinan da mijara sereke ya nîqaşên me mijara Sûriyeyê bû. Helbet ji aliyekê ve tiştên li Sûriyeyê diqewimin ji her kesî ra kêfxweş e ku rejîmeke mêtînger a ku zilm li gel kiriye êdî li ser desthilatdariyê nemaye. Ev desthilata nû ku nuha li Suriyeyê hatiye ser hukim, em hêvîdar in bikaribe hemû pêkhateyên Sûriyeyê tevlî paşeroja Sûriyeyê bike.Ya ku ji bo Herêma Kurdistanê girînge ewe ku em aramiya gelê Sûriyê dixwazin. Gelê Sûriyeyê hêjayî jiyanek çêtir e. Salên borî xelkê Sûriyeyê gelek êş û eziyet kişandine û gelek ji welat derketine û gelek malwêranî dîtine. Îro gelê Sûriyê bi rastî jiyanek çêtir heq dike. Em hêvî dikin ku rêveberiya nû, nemaze Serok Ehmed Al-Şeri, bikaribe bibe faktorek ji bo aramiya Sûriyeyê û bikaribe gelê Sûriyeyê ji vê malwêranî û êşê xelas bike. Bê guman, Sûriye welateke gelek pêkhate têda hene, pêkhateyên cûda têda hene. Tiştê herî girîng li Sûriyeyê ewe ku hemû aliyên têkildar beşdar bin, wate hemû pêkhateyên li Sûriyeyê beşdarî avakirina Sûreyeya nû bibin. Rêbernameya me ev e ku gotinên ku me bi birayên xwe yên Kurd re gotine, du an sê tiştên pir diyarin, yekem tişta ku em ji wan ra got ku divê hûn yekgirtî biçin Şamê. Ezmûna me li Herêma Kurdistanê, dema ku em bi hev ra çûn Bexdayê, piştî sala 2003an ezmûneke gelek serkeftî bû. Divê hûn xwe wek xwediyê Sûriyeya nû bibînin. Li hêviya vexwendina ji Şamê nemînin, xwe bikin xwediyê Sûriyeya nû. Ev Sûriye Sûriyeya we ye, Şam paytexta we ye. Gotina me ji wan ra ew bû ku di zûtirîn dem da beşdarî proseya siyasî ya Sûriyeyê bibin. Em hêvîdar in ku desthilata nû, bi taybetî serokê nû yê Sûriyeyê, vê cihêrengiya Sûriyeyê bibîne û hewl bide ku hemû pêkhateyan beşdarî paşeroja Sûriyeyê bike. Em jiyanek bextewar û paşerojeke xweş ji gelê Sûriyeyê ra, di nav de ji hemû pêkhateyên wê ra, dixwazin. Em dê amade bin ku di vê çarçoveyê da rola xwe bilîzin. Me di vê çarçoveyê da bi Wezîrê Derve yê Sûriyeyê ra jî hevdîtin kir. Helbet me di vê çarçoveyê da axivî û tekez kir ku em dê bibin faktora aramiyê û ji bo aramiya zêdetir li Sûriyeyê em amade ne alîkariya wan bikin.

Derbarê Amerîkaya nû da û tirsa wê yekê ku ev Amerîkaya nû ziyanê bigihîne Herêma Kurdistanê, herwesa Ewrûpa jî tirs ji Amerîkaya nû heye, birêz Serokê Herêma Kurdistanê got: Amerîkayek nû ye, ev raya herî bedew e, ji ber ku ew bi rastî jî Amerîkayek nû ye, bi gelemperî îdareyek nû ye û bi dîtina nû ve li cîhanê dinêre, lê tiştê ku girînge eger li daxuyaniyên Serokê Amerîkayê binêrin, daxuyaniyên Serokê Amerîkayê yek tiştê zelal têda ye, zelal û eşkereye ku ew dixwaze fakterê asayîş û seqamgîriyê be û dawiyê bi wan cengan bîne yên ku li navçeyê hene û dawî anîn bi hemû nakokiyên li navçeyê hene. Serokê Amerîkayê ev di axaftina xwe da diyar kiriye. Bi baweriya min em hemû alî li navçeyê, çi li Ewrûpa û çi jî li navçeya me, pêwîste em pêşwaziyê li gotinên Serok Trump bikin, çimkî tiştê birêz Trump dibêje, ew dibêje ku ew hatine ku dawiyê bi cengan bînin û aştiyê biafirînin. Îro ji her tiştî zêdetir pêdiviya cîhanê bi wê aştiyê heye. Ew wan çawa pêk tîne? Ew mijarek din e, lê tiştê ku ew dibêje û tiştê ku ew bawer dike hêjayî rêzgirtin û piştgiriya me ye ji bo ku ew dibêje bidawîkirina şeran û sazkirina aştiyê ye. Em natirsin û em Amerîkayê wek hevpeymana xwe dihesibînin û Iraqê jî wek faktorek ji bo ku roleke ciddî bilîze û bibe faktoreke ciddî di pirsa aramiya herêmî da.

Di bersiva pirsa nûçegihanên din da li ser civînên wî yên bi Wezîrên Derve yê Tirkiyeyê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê û hêviya berqerabûna aştiyê li navçeyê û gelo wî peyamek ji Serok Trump ra şand ku ji Kurdistana Sûriyeyê venekêşe, Serok Nêçîrvan Barzanî got: Me bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê re behsa vê proseyê kiriye û ez hest dikim ku Tirkiye bi ciddî hewl dide proseya aştiyê birêve bibe û her tişt girêdayî vê şandeyê (Dem Partî) yê ye, yên ku hatine Herêma Kurdistanê û bangewaziya ku dê di nêzîk da birêz Abdullah Ocalan bide ku ez pêşbînî dikim di dawiya vê mehê da ew peyam derkeve. Em hêvî dikin cewherê vê pirsgirêkê ne ji hêla şîddetê, çek û şer ve têne çareser kirin. Cewherê pirsgirêkê bi çareserkirina siyasî û aştî ye. Em hêvî dikin ku PKK bangewaziya birêz Ocalan pêşwazî bike. Ev yek ji wan mijarên sereke ya civîna me ya bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê re bû. Ev çend mehin pêvajoya aştiyê mijarek sereke ye. Tişta ku peywendî bi birayên me yên li Sûriyeyê ve heye, erê me ev berpirsiyarî hîs kiriye, me ji roja yekem ve hîs kir, me xebatên ciddî kirine ku tu pêşhatên nexweş li Sûriyeyê dirust nebin û karê me yê pêşîn dê bibe ku çawa biryarên xwe li wir biparêzin. Bi baweriya min em di vê siyasetê da serkeftin. Tirkiyê bi rastî alîkariya vê pirsgirêkê kiriye û em spasiya wan dikin.
Digel Wezîrê Derve me bi eşkere ji wan ra got ku yek pirsgirêka ciddî heye ku ew jî pirsgirêka rabûna DAIŞê ye. Heya nuha em wekî Herêma Kurdistanê, em DAIŞê wekî xetereyek ewlehiyê ji Iraq û Herêma Kurdistanê re dizanin û ji bo Sûriyeyê bi xwe jî metirsî ye. Bi dîtina me Iraq hîn jî hewceyê hêzên navneteweyî ye. Ev nerîna Herêma Kurdistanê ye. Em difikirin ku ev ne dema rast e ji bo ku hêzên hevpeyman ji Iraqê vekişin. Iraq xwedî rewşek taybetî ye û hewceyê alîkariyê ye. Ev nerîna me ye û dibe ku nêrîna me ji ya Bexdayê cûda be, lê nerîna me li ser vê pirsgirêkê, em li Iraqê dinêrin weke hemû Iraq pêwîstî bi alîkariya Hêzên Hevpeymanan heye. Ev mijarek bû digel Wezîrê Derve yê Amerîkayê û me tekez kir ku divê alîkariya aramiya Iraqê bê kirin. Îro em li Iraqê dibînin, spas ji bo Xwedê rewş çêtir e. Em dibînin ji aliyê aborî ve jî baştir e û proje hene. Li vir gava ku wan ji min dipirsî ka pirsgirêka niha ya Iraqê çi ye? Min got pirsgirêka herî mezin ya Iraqê li Bexdayê trafîka otomobîlan e. Ev pirsgirêka herî mezin ya niha ye. Em hêdî hêdî Iraqekê dibînin ku gelê Iraqê hêjayî jiyaneke baştir e hêjayî jiyanêkî xweştir e ji wê jiyana ku nuha heye. Têkiliyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê îro ji berê pir çêtir in. Em dibînin ku Serokwezîrê Iraqê, bi spasî ve, bi her awayî lêdixebite ku pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê da çareser bike. Îro em wekî tîmek bi hev re dixebitin, ne wekî du alî. Em çawa dikarin bi Bexdayê re hevûdu temam bikin? Îro nêrîn û têkiliyên me bi Bexdayê re di çarçoveya ku em dikarin çawa bi hev re wekî tîmek hevbeş di xizmeta Iraqê da bi hemû pêkhateyên wê bixebitin.

Derbarê hinartina peyamê ji bo Serok Trump derbarê Kurdistana Sûriyeyê, Serok Nêçîrvan Barzanî got ku, Erê, tiştê ku min behs kir dibe ku di behskirinê de min gelek balnekişand be li ser wê meselê, lê belê dema ku me li ser vekişîna hêzên Amerîkî, ne tenê ji Iraqê, lê her weha bi taybetî behsa vekişîna ji Sûryeyê jî kir.

Di bersiva pirseke din da derbarê rewşa Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan li Iraqê di civînên xwe da bi wezîrên berevaniyê yên welatên cuda ra, Serok Nêçîrvan Barzanî got: Derbarê pirsa Pêşmerge, welatên Hevpeyman di pêvajoyê çaksaziyê hêzên Pêşmerge da beşdar in û ew pêvajoya çaksaziyê berdewam e, dibe ku ew pêvajo bi lezgînî birêve neçe, lê pêvajoyek reformê ya ciddî di nav hêzên Pêşmerge da heye ji bo yekgirtina hêzên Pêşmerge di bin sêwaneya Wezareta Karûbarên Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû ew aliyên me dîtin, hem Almanya, Hollanda, Italya û Dewletên Yekbûyî, yên ku beşdarî pêvajoyê dibin, bi spasî ve me dît ku ew hemû pêdagirin ku yekgirtina hêzên Pêşmerge bibînin û tu kêmasî di wê pêvajoyê da xuya nake.

Di derbarê hizra federalîzmê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê da û gelo ew dê di paşerojê da serdana Sûriyeyê bike, Serok Nêçîrvan Barzanî got: Bê guman, di derheqê federalîzmê da, her cîhekî taybetmendiyên xwe hene, ez bawer nakim ku modela ku nuha li Iraqê ji bo pirsgirêka Kurd heye, nikarin heman modêlê li Sûriyê bicîh bikin. Ji ber ku ne cografyaya Sûriyeyê û ne cografyaya ew gelên li Sûriyeyê dijîn wek ya Iraqê ye, ne girînge çi modelek dibe girîng ewe ku modelek be cihê razîbûna hemû gelên Sûriyeyê bibe, modelek be aştiyê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi xwe re bîne. Ege em îsrarê li ser modelek taybet bikin ez bawer nakim tiştek rast be pêwîste modelek be ku bi diyalog digel rayedarên li Şamê be, ez hîn jî dibêjim ku birayên me li Sûriye biçin Şamê û weke mêvan tevnegerin, lê belê wek xwediyê malê divê tevbigerin ji ber ku mala wane cihê wane pêvajoya wane Şam paytextê wane paytextê Sûriyeyê ye. Pêwîste bi vî awayî lê temaşe bikin heta ku çareseriyek vebînin ku di xizmeta hemû gelên Sûriyeyê da be.
Bawer bikin em gelek bêriya Sûriyeyê dikin, berê me gelek caran serdana Sûriyeyê kiriye, bo Qamişlo û ji wir jî heta Heleb û Şamê. Niha jî me ew bîranîn ji bîr nekirine û em hêvî dikin ku rojek zû were û em careke din bikaribin biçin serdana gelê xwe yê li Qamîşlî, Heleb, Efrîn û wan cihan bikin.
Derbarê têkiliyên Herêma Kurdistanê digel Komara Islamî ya Iranê, Serok Nêçîrvan Barzanî got: Bêguman peywendiyên me wek Herêma Kurdistanê bi Komara Îslamî ya Îranê re peywendiyên başin, Îran cîranê me ye û niha pêwendiyên me yên aborî û hemû peywendiyên me bi Îranê re pêşketineke baş dîtine. Li Herêma Kurdistanê prensîbeke me heye ku em naxwazin destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Îranê da bikin ku, di asta navdewletî da jî ev karek ne rast e. Berpirsiyariya me pirsa Herêma Kurdistana Iraqê ye. Em wisa nabînin ku di berjewendiya tu aliyek da be mudaxele bike. Heke em bikarin gotinek bêjin em dê bêjin, me berê gelek hewl da, em nikarin bi eşkereyî bikevin nav wan pirsan, ji ber ku ev pirsgirêkeke navxweyî ya Iranê ye, wek Herêma Kurdistanê siyaseta me ewe ku, têkiliyên me bi Îranê re baş bin bi tu awayî destêwerdanê di karên navxwe yên Iranê da nekin. Em her wiha li bendê ne ku ew jî mudaxeleyî nav karûbarên navxwe yên Herêma Kurdistanê nekin û têkiliyên me li ser bingeha rêzgirtina hevbeş berdewam bikin.