Spêdehiya îro çarşem 30.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li Cîgirê Admîral birêz Edward Algren Şêwirmendê Bilindê Brîtanya yê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîka û şandeke pê re kir ku ji hejmarek şêwirmend û birêz Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê pêkhatibû.
Di civînê de ku birêz Serok Erkanê Pêşmerge amade bû, rewşa emnî ya Iraq û Herêma Kurdistan û navçeyê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin. Her wiha balkişandin li ser metirsiyên emnî û gefên Da'îş li ser aramî û ewlehiya navçeyê.
Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Da'îş hê jî metirsiyeke rastîne û gefê li aramî û ewlehiya Iraq û Sûriyê dike. Di derbarê êrîşên dronî yên li ser Herêma Kurdistanê, rêzdar da zanîn ku bi armanc girtina jêrxana uze û enerjiya li Herêma Kurdistanê, gefe û ziyane ji bo tevahiya aboriya Iraqê û dakokiyê li wê yekê kir ku pêwîste rêgiriya wan êrîşan bê kirin.
Ji aliyê xwe ve birêz Algren ji bilî nîşandana pêdagiriya Brîtanya bi pêşxistina peywendiyan û alîkariyên hevbeş yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, dûpat kir ku welatê wan bi girîngiyeke zêde ve li aramî û ewlehiya navçeyê dinêre. Her wiha hemû hevkarî û piştevaniyeke Brîtanya ya ji bo parastina asayîş û ewşlehiya Iraq û Herêma Kurdistan û navçeyê nîşan da.
Sîstema Federalî ya li Iraqê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi welatên cîran re, rewşa Sûriyê û mafên Kurd û pêkhatên li wî welatî, pêşhatên dawî yên pêvajoya aştî li Tirkiyê, mijarên dinê vê civînê bûn.
Serok Nêçîrvan Barzanî: Êrîşên dronî, ziyanê bi tevahiya aboriya Iraqê digihînin
2025-07-30T09:17:00.000000Z