
Îro Sêşem, 23/09/2025, Birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, fermaneke herêmî ji bo damezrandina Navçeya (Qeza) Rizgarî li tixûbê Rêveberiya Serbixwe ya Germiyan îmze kir, ku heman tixûbê nahiyeya niha ya Rizgarî li xwe digire.
Her di fermaneke din a herêmî de jî, ji bo xizmetkirina zêdetir ji xelkê herêmê re, Serok Nêçîrvan Barzanî îro li ser damezrandina Nahiyeya Avkan ya li tixûbê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê îmze kir.
Damezrandina Navçeya Rizgarî li tixûbê Germiyan û Nahiyeya Avkan li tixûbê Zaxoyê, dê bibe alîkar û piştgir ji bo pêşxistina xizmetguzariyan ji niştecîhên wan herêman re di hemû waran de, û dê baştir bersivê bide daxwaz û hêviyên welatiyên li wan tixûban.