Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan wekî niştimana hemû pêkhateyan dimîne

2025-05-26T14:52:00.000000Z
Gotar Nûçe

Êvariya îro duşem 26/05/2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê beşdariya konferansa salane ya Zanîngeha Katolîkî ya li Hewlêrê kir.



Di merasîmê de ku hejmarek ji kesayetiyên olî yên Mesîhî û Misilman, akademisyen û mêhvanên navxweyî yên Iraq û Herêma Kurdistanê û yên derve amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir ku ev e jî naveroka wê ye:

Êvar baş!

Patriyarkê Pîroz Mar Awa!

Amadebûyên birêz!

Mêhvanên hêja!

Kesayetiyên olî yên birêz!

Hûn hemû bi xêrhatin!

Ez kêfxweş im ku em hemû bi hev re li vir in ji bo beşdariyê di merasîma vekirina Konferansa Salane ya Zanîngeha Katolîkî ya li Hewlêrê û li ser birêvebirina weqf û darayî yên Dêran. Beşdarî û amadebûna min îro li vir bi we re, îşareteke ji pêdagiriya me ya tevahî ji bo piştgiriya hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê ye, bi taybetî welatiyên me yên mesîhî ku beşeke resen û sereke ne ji pêkhateya civaka me û dîroka me ya hevbeşa li Kurdistanê.

Amadebûyên birêz!

Kurdistan, niştimana me hemûyane. Bê cudahiyê, em hemû di bin esman û li ser axa wê de kom dibin. Mafê wê li ser me hemûyan heye û mafê me hemûyan jî tê de heye. Pêwîst e ku em parêzvanî û berevaniyê ji wê bikin. Ev ax bi kombûna hemû pêkhateyên olî û neteweyî, bi qebûlkirina hev û bi pêkvejiyana aştiyane ya hezaran salan di navbera hemû pêkhateyan de, tê nasîn. Em hemû bi hev re di avakirin û parastin û pêşxistina vê beşê de, di erk û berpirsiyariyê de, bi hev re beşdar in.

Parastina pêkhateyan û berevanîkirina mafên wan, tenê çend dirûşmek nîne, em bilind bikin, lê belê çemk û bingeheke bi cih ya baweriya me ye ku divê em bi hev re bijîn. Her ji destpêka avakirina Parlemento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, me tekez li ser beşdarî û nûnerayetî kirina pêkhateyan di qada siyasî û birêvebirinê de kiriye.

Kurdistan bi dirêjahiya sal û serdeman, wê yekê selmandiye, ev e jî hêz daye Kurdistanê. Pir rengî û hebûna pêkhateyên olî û neteweyî, bûye çavkaniya hêz û dewlemendî û aramiya Kurdistanê. Ji ber wê yekê, em dê her dem vefadar û dilsozê wê çanda resen bimînin.

Dema ku piştî sala 2003 bi xemgîniyê ve tundutîjiyê li çendîn navendên cuda yên Iraqê li xwe girt, herwiha ku rêxistina terorîstiya DAIŞ êrîşî li ser navçeyên Şingal û Mûsilê û deşta Nînowayê kir, pêkhateya mesîhî jî wek Êzdiyan û hemû pêkhateyên din, bi rewşeke pir dijwar û bi gelek êş û tengiyan re derbas bûn.

Di wan demên hestiyar de, Herêma Kurdistanê, bi serkirdayetî û gelê xwe ve, wekî erk û berpirsiyariyê, nîşan da ku penageheke arame ji bo wan hemû kesên ku li pey azadî û keremat û mirovahiyê de digerin. Ji bo wan hemû kesên ku li ser bîr û baweriyê û li ser ol û netewetiyê, rûbirûyê metirsiyê bûne, Kurdistan bû mal û niştimana wan ya duyem. Bû cihekî ji bo hêvî û berdewamiyê. Ji ber vê yekê îro jî, em bi hev re radiwestin û bi hev re kar dikin ji bo avakirina pêşerojeke ku rêzê li pir rengiyê digre û mafê hemû aliyan diparêze.

Amadebûyên birêz!..

Mijara birêvebirina weqf û darayiyên Dêran, ku di vê konferansê de gotûbêj li ser tê kirin, girîngiyeke xwe ya mezin heye. Weqfên mesîhî tenê mulkê wan nîne, lê beşek in ji mîratek girîng û bi nirx û dewlemendiya şaristanî û çandî û rûhî ya vê herêmê. Herwiha garantiyek in ji bo berdewamiya mesîhiyan û rola wan a zindî di civaka Kurdistanî û Iraqî de.

Ji vê nêrînê ve, em piştgiriya xwe ya tevahî ji bo lezkirina derxistina yasayeke taybetî ya weqfên mesîhî dubare dikin. Bi awayekî ku bi rûhê destûra Iraqê re li hev bê û van mulkan ji her binpêkirin û destdirêjiyê biparêze. Ev yasa dê bibe peyameke zelal ku mulkên mesîhiyan li Kurdistan û Iraqê parastî ye û beşdariya niştîmanî ya wan bi îradeyeke siyasî ya bi cih û mîsogeriya yasayî û destûrî, parastiye.

Em bi parastina vê mîratê, çi zevî be çi mulk û saman, piştrastiyê di derbarê pêşeroja wan didîn û peyama piştrastiyê ji mesîhiyan re dişînin ku mîrata bab û bapîrên wan, di vî welatî de parastiye.

Dibe piştgiriyeke ji bo berdewamiya hebûna mesîhiyan, ev e jî di rêya parastina weqfan re ku ji bo dabînkirina xerciya çalakiyên Dêran û jiyana karmendan û alîkarîkirina hêjar û nedaran terxan kirine.

Herwiha dibe bicihkirina mafên rêveberên weqfan û desthilatên wan, heta ku bikarin weqfan pêş bibin û geştir bikin, mafê xweditî û birêvebirina weqfan jî dide Dêrê.

Ev hemû girîng in, ji ber ku piştî sedsalek ji guhertinên siyasî û çewsandinê û êş û tengiyan, mayina mesîhiyan li welat û li ser warên wan, bi pêşkêşkirina piştrastiya rastîn û bi piştrastbûna ji wê yekê ku pêşeroja wan bi bexteweriyê ve hatiye girêdan.

Her ji vir ve pir bi pêwîst û girîng dizanim ku em vegerin ser yasaya rewşa kesêtiya mesîhiyan ku mijara konferansa we ya sala par jî ev e bû. Divê pir bi ciddî li ser vê mijarê rawestîn, ji ber ku mijareke pir girîng û hestiyar e. Spasiya hewl û keda û xebata we ya li vî warî de dikim.

Daxwaz ji kesayetiyên birêz ên olî û birêzan Serokên Dêran li Kurdistan û li Iraqê dikim, bi giyaneke yekgirtî, berdewam bin ji bo temamkirina dariştina vê yasaya girîng ku pêwistiyeke mezin e ji mesîhiyan re li Iraqê ku rêz ji taybetmendiyên mesîhiyan digre û mafên wan bi tevahî diparêze.

Birêzan!

Dixwazim dîsa tekez li ser wê yekê bikim ku mesîhî û pêkhateyên din, ji her ol û neteweyekê bin, li Kurdistanê ne mêhvan in, lê xwedî û hevbeş û beşeke sereke û resen a vê axê û vê niştimanê ne. Hemûyan piştrast dikim ku Kurdistan bi dirêjahiya dîrokê hemûyan li xwe girtine, ji her dem wek welat û niştimana pir rengî û lêborînê û azadiyê dimîne.

Parastina pir rengî û mafan tenê bi niyeta baş pêk nayê, lê belê bi çarçoveyeke yasayî ya zelal û bi saziyên çalak û hevkariyên nêzîk û hevbeşiya hemû pêkhateyên civakê, pêk tê. Hêvîdar im ku encamên vê konferansê alîkariya bidestxistina wan armancên bilind bidin û hevkar bin ji bo baştirkirina rewşa mesîhiyan li hemû waran de.

Spas û rûmet û destxweşiyê pêşkêşî Zanîngeha Katolîkî ya li Hewlêrê û Serokayetiya Zanîngehê, cenabê Metran Beşar Mettî Werde û wan hemû birêzan dikim ku beşdariyê di rêxistina vê konferansê de kirine.

Bi hev re, em hemû bi hev re berdewam dibin di pêşvebirina Kurdistana lêborînê û pêkvejiyana aştiyane û beşdariyê di avakirina Iraqeke dadperwer û pir reng de ku dikîn ku tê de jiyan û keramet û mafên hemû pêkhateyan li her cihekî vî welatî bin, parastî bin.

Gelek spas, hêviya êvarekê xweş ji bo we hemûyan re dixwazim.