Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel berpirsên bilindên Wezareta Berevanî û Wezareta Alîkariya Aborî û Geşepêdana Almanî civiya.

2022-02-19T15:33:02.000000Z
Uncategorized @kmr
Îro şemî 19.02.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li çarçoveya Konferansa Asayîşa Munich da li du hevdîtinên cûda de li gel birêz Tomas Hîtşler Wezîrê Dewlet yê Wezareta Berevanî û birêz Nîlz Enîn Wezîrê Dewlet yê Alîkariya Aborî û Geşepêdana Almanya civiya.

Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ya ji bo alîkarî û piştgîriya mirovî û serbaziya Almanya li Iraq û Herêma Kurdistanê derbirî û tîşk xiste li ser dirustkirina Nexweşxaneya Pêşmerge ji aliyê Almanya ve, her wiha behsa li meşq û rahênana hêzên Almanî bi Pêşmerge kir.

Rêzdar dûpat kir ku ji bilî wê yekê pêwîstiya berdewamiya alîkariyê ji bo ji navbirina Da'îş, Herêma Kurdistanê li rûyê jêrxan û binyatnan û bihêzkirina sazî û damezraweyên xwe ve jî pêwîstî bi piştgîrî û yarmetiya Almanya heye.

Ji aliyê xwe ve berpirsên Almanî ji bilî derbirîna xweşhaliya bi asta peywendiyan li gel Herêma Kurdistanê tekez li ser xwesta zêdetir pêşxistina bi peywendiyan û berfirehkirina warên alîkariya di navbera her du aliyan kirin.

Rewşa siyasî li Iraqê, pirsa vegerandina koçberan û kêşeyên li ber wan, gef û metirsiyên serhildana Da'îş, rewşa navxweya Herêma Kurdistanê, babeta koç û koçberan û nirxandina rewşa navçeyê bi giştî, çend aliyeke dinê hevdîtinê bûn.