2022-02-19T20:10:21.000000Z
Êvariya îro şemî 19.02.2022 li berdewamiya duyem roja çalakiyên xwe yên li Konferansa Asayîşa Munich da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Mircea Geoană Cîgirê Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Bakûrê Atlantîk (Nato) yê civiya.
Serok Nêçîrvan Barzanî li civînê bi kurtî di derbarê rewşa siyasî û emnî ya Iraqê xiste rû. Têda behsa gef û metirsiyên Da'îş li Iraq û Sûriye kir û balkişand li ser alîkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê bi taybetî li navçeyên valahiya emnî da kir.
Ji aliyê xwe ve birêz Geoană tîşk xiste li ser erkê Nato li Iraqê û dûpat kir ku ew hebûna şanda Nato li Iraqê bi hengaveke girîng dibînin ji bo yarmetîdan û meşq û rahênana serbazî, bi taybetî ku Da'îş hê jî gefe û nabê aloziyên Ukranya balê bikşînin li ser metirsiya terorê li navçeyê û nehêlin.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê amadehî û hebûna Nato li Iraqê bi hengaveke girîng da zanîn û dûpat kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstiya wan bi pêşxistin û binyatnana şiyana emnî û serbaziyan heye, ji bo eve jî hêvî xwest Nato bikarê hevkar û yarmetîder bê.
Nirxandina pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî, aliyeke dinê civînê bû.