Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî Ligel Fermandarê HSDê û Serokê ENKSê Civiya

2026-01-17T17:08:00.000000Z
Nûçe

Êvara îro Şemî, 17.01.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêzan Mezlûm Ebdî, Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Mihemed Îsmaîl, Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û şandeke pê re kir.

Di civînê de, geşepêdanên herî dawî yên rewşa Sûriyê û pevçûnên di navbera hêzên Artêşa Sûriyê û HSDê de hatin gotûbêjkirin. Di vê çarçoveyê de, tekez li ser pêwîstiya çespandina aştiyê û bidawîanîna aloziyên serbazî û tundûtûjiyê di rewşa niha ya Sûriyê de hate kirin.

Herwiha herdu alî li ser girîngiya diyalogê wekî tekane rê ji bo çareserkirina aştiyane ya kêşeyan û pêkanîna pêkvejiyaneke aştiyane di navbera pêkhateyên Sûriyeya nû de, hemfikir bûn.

Gotûbêjkirina pengavên kirdarî ji bo vegerandina aramiyê ji bo wan deverên ku ji ber şer û pevçûnan zirarê dîtine, digel danûstandina bîr û ramanan derbarê rewşa giştî ya Sûriyê de, babeteke din a civînê bû.

Ji aliyê xwe ve, şanda mêvan spas û rûmetên xwe ji bo rol û hewldanên Serok Nêçîrvan Barzanî ligel aliyên peywendîdar ji bo parastina aramî û ewlehiyê û rêgirtina li berfirehbûna kêşe û aloziyan, dubare kirin.