Nîvroya îro Yekşem, 15/02/2026, di civînên xwe yên dawî de li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ligel birêz Dr. Johann Wadephul, Wezîrê Derve yê Almanyayê civiya.
Di civînê de peywendiyên Almanyayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û rola çalak a Almanyayê li herêmê hatin guftûgokirin. Serok Nêçîrvan Barzanî spas û rûmetên xwe ji bo piştgirî û alîkariyên Almanyayê di warên cuda de ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Almanyayê pesnê rol û pêgeha Herêma Kurdistanê da wekî faktoreke ewlehiyê li herêmê de, herwiha pabendiya welatê xwe ji bo berdewamiya piştgiriya aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.
Pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û encamên wan, mijareke din a civînê bû.
Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Almanyayê civiya.
2026-02-15T12:19:00.000000Z