Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

2025-07-11T17:11:00.000000Z
Nûçe

Êvariya îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.

Li hevdîtinê de şandê spas û rûmetên xwe ji bo rol û hewlên Serok Nêçîrvan Barzanî yên bi navê serxistina pêvajoya aştiya li Tirkiyê de derbirîn. Herwiha tekez kirin ku ji bo hengavên paşerojê û serxistina pêvajoyê, çavê wan li berdewamiya piştgîrî û hevkariya cenabê wan e.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya zêdetirkirina hewlên wan yên ji bo serxistina pêvajoya aştiyê kir û pesnê hengavên îro ya çekdanîna PKK kir. Herwiha spas û rûmetên xwe ji bo hewlên birêz Receb Tayib Erdogan Serokkomarê Tirkiye ya ji bo serxistina pêvajoyê dûpat kir.

Her du alî tekez kirin ku aştî li berjewendiya hemû aliyek û Tirkiye û tevahiya navçeyê da ye û ji bo vê mebestê divê hemû bi tevahî piştgîriyê lê bikin. Herwiha hevra bûn ku hengavên paşerojê, pêvajoyê zêdetir pêşve dibe.

Li dawî ya hevdîtinê de şandê, ji bo wan yarmetî û hêsankariyên ku li hemû rûyek ve ji bo birêveçûn û serxistina rêwresma îro ya çekdanînê pêşkêşî wan kiribûn, spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirin.