2023-10-13T12:04:29.000000Z
Roja çarşemê danê êvarê 11.10.2023ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Maurizio Greganti Balyozê Îtalyayê li Iraqê û şandeya pê ra kir.
Di hevdîtinê da pêşhatên dawî yên emnî û siyasî yên Iraq, navçe û Rojhilata Navîn, pirsa bûdceyê, pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û çawaniya çareserkirina wan pirsgirêkan gotûbêj kirin.
Her du alî li ser çareserkirina arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê da bi rêya diyalogê û li gorî Destûra Iraqa Federal hemfikir bûn û tekezî li ser yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kirin.
Her wiha behsa têkiliyên Îtalyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û kar û çalakiyên Balyozxaneya Îtalyayê, bi taybetî di warê arkeolojiyê de û mijarên din yên germ di rojevê da nirxandin.