Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Japonya kir

2025-09-23T08:11:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro sêşem, 23/09/2025, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de bi birêz Akira Endo, Balyozê Japonya li Iraqê re, peywendiyên Japonya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa giştî ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr-Bexda û amadekariyên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê yên paşerojê gotûbêj kirin.


Di vê hevdîtinê de ku rêzdar Konsolosê Japonya li Herêma Kurdistanê jî amade bû, peywendiyên Japonya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re wekî girîng û bi qîmet ji bo herdu aliyan hat nirxandin û tekezî li ser bihêzkirin û berfirehkirina warên hevkariya hevbeş di navbera wan de hat kirin.


Herdu aliyan amadebûn, xebat û çalakiyên kompanîyên Japonî li Iraq û Herêma Kurdistanê wekî girîng nirxandin û bal kişandin ser wan warên ku Japonya dikare tê de veberhênanan bike. Di vê çarçoveyê de, Serok Nêçîrvan Barzanî spas û rûmeta xwe ji bo alîkariyên Japonya û rol, amadebûn û çalakiyên kompanîyên wê li Iraq û Herêma Kurdistanê dûbare kir.


Pêşhatên dawîn ên Rojhilata Navîn û encamên wan li ser Iraq û welatên herêmê, mijareke din a vê hevdîtinê bû.