Nîvroya îro Duşemê 25/8/2025, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de ligel rêzdar Zafer Sirakaya, Cîgirê Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ya desthilatdar a Tirkiyeyê ji bo Karûbarên Derve, behsa peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel Tirkiyeyê û rewşa navçeyê kirin.
Herdu aliyan tekezî li ser girîngiya peywendiyên di navbera xwe û hevkariya hevbeş di warên cuda de kirin, ku xizmeta berjewendiyên herdu aliyan û parastina aramî û seqamgiriyê li navçeyê dike.
Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê wekî cîranekî girîng li Tirkiyeyê dinêre ku berjewendiyên hevbeş û demdirêj wan kom dike. Her wiha spas û pêzanîna xwe ji bo rola Serok Erdogan û AK Partiyê di bihêzkirina peywendiyên Tirkiyeyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re anî ziman.
Ji aliyê xwe ve, rêzdar Sirakaya, tevî ku daxwaza berdewam a Tirkiyeyê ji bo berfirehkirina peywendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re di hemû waran de nîşan da, pesnê peywendî û dostaniya Serok Nêçîrvan Barzanî bi Tirkiyeyê re û rola wî ya erênî li ser asta navçeyê de da.
Pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û çend pirsên din ên girîng ên hevbeş, mijareke din a hevdîtinê bûn.
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokê AK Partiyê kir
2025-08-25T12:25:00.000000Z