Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsolê nû yê Amerîka kir

2020-07-23T09:37:15.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Berî nîvroya îro pênçşem 23.07.2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Robert Waller Konsolê Giştiyê nû yê Amerîka li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de ku birêz Konsolê Giştî yê berê yê Amerîka û şandeke pêre amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahiya li Konsolê nû, hêviya serkeftinê li karên wî da xwest û hemû piştgîriyeke ji bo wî dûpat kir. ji aliyê xwe ve rêzdar pabendiya Amerîka bi aramiya li Iraq û Herêma Kurdistanê, rola Herêmê û aliyan û pêkhatan li hukimraniya Iraqê da, piştevaniya welatê xwe li hewlên çaresekirina kêşeyan û derbaskirina qeyranên li Iraq û Herêma Kurdistanê de dûpat kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî spas û destxweşiyê li Konsolê berê yê birêz Steven Fagin kir ku di demên xwe yên li Herêma Kurdistanê de xizmetê kiriye û rola xwe pêşxistina peywendiyên Herêm û Amerîkayê da dîtiye. Her wiha pîrozbahiyê lê kir ku wekî Cîgirê Nûnerê Amerîka li Bexda dest bi kar dibê. Ewî jî ji bilî spas û pêzanînan dûpat kir ku li erkê nû da li ser rêya pêkve karkirin û hevbeşiya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê de berdewam dibe.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser helwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo karkirina li gel Hikûmeta Iraqê bi navê aramî û çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê kir. Her wiha her du alî pêşxistina peywendiyên Herêm û Amerîka, alîkariya hevbeş û karkirina li gel Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş, berdewamiya piştgîriya Amerîka ya ji bo Herêma Kurdistanê, rola Herêmê li aramiya Iraqê da, rewşa navxwe û rola komker ya Serokayetiya Herêmê, parastina pêkvejiyan û lêborîniya li navbera pêkhatan da, dûpat kir.