Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nadiya Murad kir

2023-10-19T23:07:12.000000Z
Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê 19.10.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya çalakvana Êzdî û xwediya xelata Nobelê ya aştiyê û berpirsa "Însiyatîfa Nadiya" Nadiya Murad kir.

Di didarekê da, rewşa Êzdiyan û proseya vegerandina penaberên Êzdî ji kampan bo malên xwe li Şingal û deverê, rola rêxistinên navdewletî ji bo hevkarî û alîkariya Êzdiyan û merasîma duhî ya vekirina Monumenta Qurbaniyên Êzdiyan li Şingalê gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya hebûna seqamgîrî û aramiyê li navçeyên Êzdiyan kirin, da ku koçberên Êzdî vegerin cihên xwe, û behsa astengiyên li pêşiya civaka Êzdiyan û çawaniya hevkariya wan kir û spasiya welatên ku bi her awayî alîkariya Êzdiyan dikin, kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî destxweşî li encamdana merasîma duhî ya bîranîna qurbaniyên Êzdiyan kir û balkişand li ser girîngiya belgekirina tawanên DAIŞê li dijî Êzdiyan û hewlên rêgirtin li dubarebûna wan tawanan kir.

Di mijareke dinê hevdîtinê da, birêz Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser wê yekê kir ku heta revandiyek Êzdî mabe, hewlên rizgarkirin û diyarkirina çarenivîsa wan dê berdewam bibin.