Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê NY kir

2025-07-29T10:28:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Berî nîvro ya îro sêşem 29.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi birêz Mihemed El Hessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî û Serokê tîma Neteweyên Yekgirtî li Iraqê re civiya.

Li civînê de rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr ـ Bexda û gotûbêjên di navbera wan ya ji bo çareserkirina kêşeyan û êrîşên dronî yên li ser Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin. Her wiha di derbarê rol û karnameya tîma Neteweyên Yekgirtî ya ji bo vê dema ku li Iraqê maye de, danustandina bîr û ramanan kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî bilind nirxandina amadehî û rola NY li Iraqê, tekez li ser pêwîstî û girîngiya çareserkirina kêşeyên Hewlêr ـ Bexda bi rêya gotûbêj û mîsogerkirina şandina mûçe û şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê li gor peymanan kir. Her wiha rêgirîkirina li êrîşên dronî yên li ser Herêma Kurdistanê, bi pêwîstiyeke ji bo aramî û ewlehiya welat da zanîn.

Ji aliyê xwe ve, birêz El Hessan ji bilî derbirîna dilgiraniyên xwe yên li ser êrîşên dronî û pêwîstiya rê lê girtina wan, hemû piştevaniyeke Neteweyên Yekgirtî ya ji bo çareserkirina kêşeyên Hewlêr ـ Bexda û şandina şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê û parastina aramî û ewlehiya welat, dûpat kir.

Pêşhatên dawî yên rewşa Rojhilata Navîn, mijareke dinê vê hevdîtinê bû.