Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li Balyozê nû yê Fînlandiyayê kir

2025-11-09T13:02:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro Yekşem, 09.11.2025, piştî nîvro, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de ligel birêz Antti Bottkonen, Balyozê nû yê Fînlandiyayê li Iraqê, têkiliyên Fînlandiyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re gotûbêj kir.


Birêz Serokê Herêma Kurdistanê, ligel pîrozkirina destbikarbûna birêz Bottkonen, her piştgiriyeke Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina erka wî dubare kir, herwiha xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina têkiliyên xwe bi Fînlandiyayê re anî ziman.


Ji aliyê xwe ve, birêz Balyozê nû yê Fînlandiyayê, kêfxweşiya xwe ji bo destbikarbûna xwe wekî balyozê welatê xwe li Iraqê nîşan da û tekezî li ser amadebûn û xwesteka Fînlandiyayê ya ji bo pêşxistina têkiliyan û hevkariya hevbeş bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kir.


Rewşa giştî ya herêmê û çend pirsên xwedî girîngiya hevbeş, babeteke din a hevdîtinê bû.