2024-02-17T15:25:03.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja şemiyê 17.02.2024ê di duyemîn roja Konferansa Asayîşê ya Munchenê li Almayayê di civînekê da digel birêz Volker Perses Serokê Tîma Serbixwe ya Pêdaçûnên Stratejîk bi nûneratiya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê spasiya hebûna Neteweyên Yekgirtî û rola wê ya erênî li Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran da kir.
Birêz Perces amaje bi berpirsiyariya xwe û tîma xwe ya ji bo nirxandin û pêdaçûnê li ser rol û karê tîma NY û ajans û rêxistinên wê li Iraq û Herêma Kurdistanê kir û herwiha derbarê rewşa niha ya Iraqê û pêşhatên ewlekarî û siyasî de têbînî û nerînên xwe bi Serokê Herêma Kurdistanê ra pevguhertin.
Gotûbêjkirina rewşa herêmî bi giştî aliyekî din yê civînê bû.