Berdevkê Herêma Kurdistanê birêz Dilşad Şehab di daxuyaniyeke taybet da ji bo malpera fermî ya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ragihand:
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 16.10.2024ê, dê bi fermî serdana Enqereyê bike.
Serokê Herêma Kurdistanê di vê serdana xwe da dê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ra bicive.
Di civînê da her du alî dê li ser geşepêdana peywendiyên Tirkiyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên li navçeyê gotûbêj bikin û li ser çend mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş danustandina bîr û ramanan bikin.