![](https://presidency.gov.krd/uploads/files/1739623001303.jpeg)
Di berdewamiya bernameya xwe ya di çarçoveya Konferensa Asayîşê li Munchenê da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê herêma Kurdistanê, îro roja şemiyê 15.02.2025ê, bi birêz Marco Rubio Wezîrê Derve yê Amerîkayê re civiya.
Di civînê da, pêşxistina peywendiyên stratejîk yên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û berdewamiya hevkariyên hevbeş, di hemû waran da, di navbera wan da rewşa ewlekarî û metirsiya terorê û rûbirûbûna gef û metirsiyên DAIŞ li Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya berdewamiya palpiştiya Amerîkayê li Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê rûbirûbûna terorê û bihêzkirina asayîş û aramiyê da kir û balkişand li ser girîngiya berdewambûna hevkariyên hevbeş yên bi Amerîkayê re.
Serok Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê vexwend Herêma Kurdistanê ku beşdariyê di merasima vekirina avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê da bike û wî jî kêfxweşiya xwe ji bo beşdarbûna wê merasimê nîşan da.
Wezîr Marco Robio dupat kir ku Amerîka wek hevpeyman girîngiyeke mezin bi peywendiyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re dide û tekez li ser pêdagiriya Amerîkayê bi berdewamiya piştevaniya aramiya wan kir û herwiha tekez li ser girîngiya berdewamiya hevkariyên ewlehî û leşkerî ji bo çareserkirina kêşeyên hevbeş û bihêzkirina geşepêdana aborî û pêşkeftinê kir.
Pêşhatên dawî yên navçeyê bi taybetî rewşa Sûriyeyê û rewşa Kurdan li wî welatî mijareke din ya hevdîtinê bû.