Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî Tekez Li Ser Girîngiya Teknolojî û Zîrekiya Destkird Dike

2025-10-15T17:30:00.000000Z
Nûçe Gotar

Îro êvarî çarşema 15.10.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, beşdariya rêwresma derçûna xula çardehemîn a Zanîngeha Amerîkî li Iraqê – Silêmaniyê kir ku tê de 218 xwendekarên bekaloryos û masterê xwendina xwe temam kirin.

Di merasîmê de her yek ji birêzan Dr. Bîlal Wehab Serokê zanîngehê û General Petraeus di gotarên xwe de pesnê Serok Nêçîrvan Barzanî û piştgiriyên wî ji bo zanîngehê, herwiha kar û hewldanên wî yên ji bo pêşxistina Herêma Kurdistanê û rol û serkirdayetîkirina wî, dan.

Her bi vê helkeftê di gotarekê de Serok Nêçîrvan Barzanî, pesnê rola zanîngehê da di perwerdekirina nifşekî gihîştî ku xwedî hêvî û armancên paşerojê ye. Herwiha spasiya piştgirî û hevkariyên birêz General David Petraeus dostê gelê Kurdistan û Iraqê kir ku di demên dijwar de alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê, vekirina Taqîgeha Zîrekiya Destkird (AI) li zanîngehê bi navê General Petraeus, wekî nîşana spasiya gelê Kurdistanê ji bo hevkariyên rêzdar bi nav kir, herwiha bal kişand li ser girîngiya (AI) ji bo niha û paşerojê ya hemî warên jiyanê.

Ev e jî naveroka gotara cenabê wî ye:

Birêz General David Petraeus!

Dostê dilsoz ê Iraq û gelê Kurdistanê!

Birêzan Serok û Mamoste û Xebatkarên Zanîngehê!

Xwendekar û Qutabiyên delal!

Amadebûyên hêja…

Êvara we bi xêr be!

Cihê kêfxweşiya min e ku ez li Silêmaniyê me, û vê êvarê ez bi beşdarbûna bi du bîranîn û merasîmên dilşadker û taybet de bi we yên hêja re hê bêtir kêfxweş im. Pîrozbahiya derçûna çardehemîn xula Zanîngeha Amerîkî li Iraqê - Silêmaniyê, herwiha vekirina Taqîgeha (Laboratoriya) Petraeus ji bo Zîrekiya Destkird (AI), ku pêngavek pêşeng û hêvîdar e ber bi paşeroja zanistî û teknolojîk ve li Kurdistanê û li seranserê Iraqê.

Bi vê boneyê, dixwazim ji dil ve xêrhatineke germ li birêz General Petraeus bikim, gelek bi xêr hatî bo Iraqê û bo Kurdistanê. Gelek kêfxweş in ku di vê merasîmê de bi me re beşdar e.

Bi navê xwe û bi navê we hemûyan pîrozbahiyê lê dikim ji bo wergirtina Doktoraya Rûmetê li Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê. Spasiya Zanîngehê dikim ku vê bawernameyê lê bexşandin, û hûn jî bi çepikek germ pêşwazî û pîrozbahiyê lê bikin.

Derçûyên delal!

Bi germî û ji kûrahiya dilê xwe, pîrozbahiyê li we dikim ji bo serkeftin û gihîştina wê roja ku piştî salên tije hewldan, gelek li bendê bûn. Pîrozbahiyê li malbat û mamosteyên we dikim ku bi we re ked dan û ji bo serkeftina we, westiyan. Îro em hemû bi we serbilind in.

Ew ê ku îro hûn pê gihîştine, çi yên ku bekaloryos û çi yên ku master di warên cuda de qedandine, ev encama ked û hewldan û mikurî û destpêka kariyera we ya pratîkî ya nû ye. Hûnên hêja, hûn îro ne tenê xwediyê bawernameyekê ne, belkî hûn emanetek mezin hildigirin ku avakirina paşeroja vî welatî li ser we ye.

Kurdistan û Iraq hewcedariya wan bi we heye: bi zanista we, bi fikirên we, bi dahêneriya we û bi enerjî û hêza we ya ku ruhê hêvî û guhertinê ne.

Bi eşkereyî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Ew paşeroja ku em li Kurdistan û Iraqê xeyal dikin, ji bilî we, kesek din çê nake. Hûn in ku serokayetiya çerxa geşbûnê dikin, hûn in ku civakek û welatek bihêz û pêşkeftî û nûjen û geş ava dikin. Welatek, civakek ku li ser nirxên azadî, demokrasi, cihêrengî, vekirîbûn, zanîn û pêşketinê, tê avakirin.

Me li Kurdistanê perwerde û fêrbûnê wekî stûna serekeyê avakirina civakê kiriye. Baweriya me ya kûr ew e ku mirovsazî û veberhênana di mirov de, veberhênana herî zîrek û çêtirîn û herî bi qezenc e. Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê, wekî zanîngehên din li Herêma Kurdistanê û Iraqê, mînakek zelal e ku perwerdeya nûjen a vekirî li ser cîhanê, dikare çi bandorek erênî û avaker hebe.

Ev zanîngeh li Silêmaniyê, di dirêjahiya salên xwe de, nifşek ji ciwanên xwenda yên pêşkeftî derxistiye ku ji bo nirxên demokrasi û zanista nûjen û ramana rexnegirî ya azad, vekirî ne. Ev jî tam ew e ku civaka me pêwîstiyê pê heye ji bo avakirina paşerojek bihêztir, geştir û pêşketîtir.

Amadebûyên hêja!

Taqîgeha Petraeus ji bo Zîrekiya Destkird ku berî du rojan li vir li zanîngehê hate vekirin, di kariyera lêkolînên zanistî û teknolojîk û pêşkeftinê de li vê deverê guhertinek nû ya bi kalîteyê ye.

Ev projeya pêşeng, ku niha bi zimanê Kurdî, zaravayê Soranî, dest pê dike û paşê dê ji bo zaravayên din jî were pêşxistin û bi Kurdî bifikire, ne tenê nêrîna zanîngehê nîşan dide, belkî jî pêbaweriyeke mezin nîşan dide ku em ne tenê bikarhênerên teknolojiyê ne, razî nîne tenê bikarhêner bin, belkî em dixwazin û dikarin çêkerên teknolojiyê jî bin.

Ev herwiha zimanê şîrîn û dewlemend ê Kurdî dibe qonaxeke pêşketî. Ziman û çand û wêjeya Kurdî diparêze û dike cîhanî. Ev li gel hewldanên din ên Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê, di perwerdehiya (IT) û (AI) de, di dîdara Kurdnasî de, bi rastî pêngaveke girîng û cihê şanazî û destxweşiyê ye.

Nîşana wê ye ku em li Herêma Kurdistanê bi hebûna ciwanên zanyar û pêgihîştî yên wek we, bi hebûna mamosteyên xwedî berpirsiyarî û dostên dilsoz ên wek General Petraeus, dikarin pêngavên mezin ber bi cîhana pêşketî ya teknolojiyê ve bavêjin.

Birêzan!

(AI), Zirekiya Destkird, êdî yek ji ajokerên sereke yên aboriya nûjen û perwerde, tenduristî, enerjî û geşbûna berfireh e. Her roj û bi lez di hemû waran de dibe pêwîstiyeke jiyanî, lewma destpêkirina vê Taqîgehê li Hewlêrê, li Silêmanî û Kurdistanê, peyama hêvî û hêzê ye, ku em bi ciwanan û bi zanistê bawer dikin, ku em beşek girîng in di paşerojeke baştir û geştir de.

Bi vê boneyê, careke din xêrhatin û destxweşîyeke germ li hevalê delal ê gelê Kurdistan û Iraqê, birêz General David Petraeus dikim. Rêzdar çend rojek e li Kurdistan û Iraqê ye. Hêvîdar in Iraq û Herêma Kurdistanê bi wê aliyê ve herin ku wî xebat û têkoşîn jê re kiriye: welatekî bi ewle, demokratîk û geş.

Rêzdar Petraeus di qonaxeke hestiyar de li dîroka welatê me de roleke girîng lîst. Cenabê wî, wê demê, bi camêrî li gel Iraq û Herêma Kurdistanê rûbirûyî teror û terorîstan bû, herwiha beşdarî piştgiriya çendîn projeyên girîng li Herêma Kurdistan û Iraqê kir.

Di demekê de ku kompîter nehatibû vî welatî, ew yekem kes bû ku bi spasiyê wê demê bi balafirê kompîter ji bo Zanîngeha Silêmaniyê anî, herwiha di avakirina balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê de rol û beşdariya xwe hebû.

Hêvîdar in di demeke nêzîk de firînên asmanî ji Silêmaniyê ber bi Tirkiyeyê û bi asmanê Tirkiyeyê jî ber bi Ewropa û cîhanê ve dest pê bikin, piştî ku hefteya borî di dema hevdîtina min de bi Serokê Tirkiyeyê, Cenabê Serok Erdogan, biryara vekirina asmanê Tirkiyeyê li ser rûyê Silêmaniyê, hat dayîn.

Herweha ez dixwazim bi vê boneyê, guhertina navê Balafirgeha Silêmaniyê bo Balafirgeha Serok Mam Celal (Xwedê jê razî be) bi bîr bînim. Ew pêngaveke mezin e ku îro em bibîranîna wî birêzî bikin, bibîranîna wî birêzî bikin ku piştgirekî mezin bû ji bo vê zanîngehê, piştgirekî mezin bû ji bo hemû Iraqê, lê ez bi xwe şahidiya wê dikim ku çiqas dixwest ev zanîngeh pêş bikeve û çiqas dixwest û daxwaz ji hemû aliyan dikir ku piştgiriya vê zanîngehê bikin. Ruhê wî şad û bîranîna wî bi xêr be.

Piştgirî û hevkariyên Cenabê General Petraeus dê her û her bi rêz di bîranînên gelê Kurdistanê de bimîne. Navlêkirina vê taqîgehê bi navê rêzdar ve, ne tenê rêzgirtina gelêkî pêzan bi hevkariyê û dostaniyê û dilsoziyê, belkî îfadeyeke rastîn e, spasiya gelê Kurdistanê ye ji bo hevalek ku di demên herî dijwar de bi me re rawesta û piştgirî da me. Gelek spas General.

Derçûyên delal..

Kilîtên paşerojê, îro di destê we de ne. Hûn ne tenê nûnertiya xwe dikin, ji ber ku hûn nûnertiya paşeroja welatekî û gelekî azadîxwaz û vekirîbûn û pêşketinxwaz dikin. Lewma ez hêvîdar im, dahêner bin, vekirî bin, rexnegir bin, bi xwe bawer bin, ji hemûyan girîngtir ji welatê xwe hez bikin û ji bo wê têbikoşin û xebatê bikin. Tenê bi beşdarbûna bi cîhanê re razî nebin, belkî beşdariyê di avakirina wê de jî bikin.

Spasiya rola pêşeng a Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê dikim, hêvîdar im taqîgeha wan a Zîrekiya Destkird (AI) bibe qadeke rastîn ji bo dahêneriya zanistî û beşdarî di avakirina vejîneke zanistî û teknolojîk de li Kurdistanê û li Iraqê û ne tenê li herêmê, bike. Bi tevahî bawerî û pêbaweriya min bi kapasîteya ciwanan û nifşê nû yê Kurdistanê heye ku dikarin di vî warî de, pêngavên pêşeng û dahêner bavêjin.

Careke din ji vir pîrozbahiyê li we derçûyên delal dikim, pîrozbahiyê li her yek ji we dikim, li malbat û xizm û mamoste û xebatkarên zanîngehê dikim. Hûn ji bo me hemûyan, ji bo Kurdistanê û ji bo Iraqê, cihê şanazî û hêvî û umêd in.

Hêviya serkeftinê ji we re dixwazim,

Her di xweşiyê de bin.

Bi xêr hatin ser çavan..

Gelek spas..