Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser pêşxistina peywendiyên bazirganî yên ligel Amerîkayê dike

2025-11-17T12:50:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro êvarî Duşemê, 17/11/2025, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li şandeke Encûmena Bazirganî ya Amerîka – Kurdistan (USKBC) kir.
Di hevdîtinê de, armanca serdana şandê ya Herêma Kurdistanê hat eşkerekirin. Herwiha behsa peywendiyên Amerîkayê ligel Herêma Kurdistanê di warê bazirganiyê de hat kirin. Di vê derbarê de, bal kişand ser wan derfetan ku ji bo bihêzkirina peywendiyên di navbera herdu aliyan de hene.
Serok Nêçîrvan Barzanî dubare kir ku Herêma Kurdistanê daxwaza pêşxistina zêdetir a peywendiyên bazirganî û aborî yên ligel Amerîkayê dike. Ji bo vê mebestê, wî tekez li ser amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina hemû hêsankariyan ji bazirgan û kompanîyên Amerîkî re kir; da ku bikaribin çalakiyên xwe yên bazirganî û aborî yên ligel Herêma Kurdistanê pêş bixin.
Serkeftin û encamên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, mijareke din a hevdîtinê bû.