Îro înê 13/02/2026, piştî nîvro, di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel birêz Îlham Eliyev, Serokê Azerbeycanê civiya.
Di civînê de peywendiyên Azerbeycanê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û derfetên pêşxistina hevkariya dualî di warên cuda de hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan tekez li ser girîngiya bihêzkirina peywendiyên aborî û çandî û berfirehkirina asoyên hemahengiya di navbera herdu aliyan de kirin.
Her di vê hevdîtinê de, digel mijara vekirina konsulxaneya Azerbeycanê li Herêma Kurdistanê, di derbarê rewşa siyasî ya navçeyê û çend pirsên girîng ên hevbeş de danûstandina bîr û ramanan kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser pêşxistina peywendiyên bi Azerbeycanê re kir
2026-02-13T15:09:00.000000Z