Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Îtalyayê Rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê Gotûbêj Dikin

2025-11-17T06:46:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Şeva yekşemê 16.11.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê de bi birêz Niccolò Fontana, Balyozê Îtalyayê li Iraqê re, têkiliyên Îtalyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re gotûbêj kirin. Herwiha ronahî xistin ser pêvajoya siyasî û serkeftina hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê.
Herdu alî ligel ku kêfxweşiya xwe ji serkeftina pêvajoya dengdan û hilbijartinê anîn ziman, hêvî kirin ku qonaxeke nû ya baştir ji her aliyekî ve li Iraq û Herêma Kurdistanê dest pê bike. Di vê derbarê de, derbarê paşeroja pêvajoya siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê de jî, bîr û ramanên xwe guhertin.
Rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, hewldanên ji bo pêkanîna kabîneya paşerojê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê, rewşa Sûriyeyê û herêmê bi giştî, aliyekî din ê civînê bû ku birêz Konsulosê Giştî yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê jî amade bû.