Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Swîsreyê Peywendiyan Gotûbêj Kirin

2025-12-01T11:27:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro piştî nîvro Duşemê 01.12.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Daniel Hone, Balyozê Swîsreyê li Iraqê kir.


Di hevdîtinê de, Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo ji nû ve vekirina Balyozxaneya Swîsreyê li Bexdayê destxweşî û spasiyê kir û ev yek wek gaveke girîng ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan de bi nav kir.


Her du aliyan tekezî li ser xwesteka dualî ya ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina hevkariya hevbeş kirin, bi taybetî di warê aborî de. Herwiha wan behsa derfetên kar û veberhênana kompaniyên Swîsreyî li Herêma Kurdistanê kirin.


Pêşhatên dawî yên herêmê û çend mijarên din ên girîngiya hevbeş, mijarên din ên hevdîtinê bûn.