Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Giştî yê Almanyayê peywendiyên du alî gotûbêj kirin

2024-11-13T10:50:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro piştî nîvro 13.11.2024ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Almanyayê yê li Herêma Kurdistanê birêz Albrecht von Wittke kir.

Di hevdîtinê da Konsulê Giştî yê Almanyayê bi boneya serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pîrozbahiyê li Serok Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê kir û kêfxweşiya xwe li hember rêjeya beşdariya di hilbijartinan da nîşan da. Her wiha digel Serok Nêçîrvan Barzanî behsa qonaxa bê û hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.

Her du aliyan tekez li ser xwesteka du alî ya ji bo pêşxistina peywendiyên Almanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra û berfirekirina hevkariyên hevbeş bi taybetî di wan warên ku ji bo Herêma Kurdistanê girîngin kirin. Di vê derbarê da Serok Barzanî li ser navê Herêma Herêma Kurdistanê li hember hevkariyên Almanyayê yên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê spasiya gel û hikûmeta Almanyayê kir.

Peywendiyên Hewêr û Bexdayê, rewşa navçeyê û metirsiyên ji encamên aloziyên li Rojhilata Navîn mijarên din yên civînê bûn.