Piştî nîvroya îro Yekşem, 15/02/2026, li Konferansa Ewlekariyê ya Mûnîhê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê de ligel birêz Mazlûm Ebdî, dawîtirîn geşepêdanên siyasî û ewlehiyê yên Sûriyeyê û herêmê û rewşa Kurd û pêkhatên wan li Sûriyeyê gotûbêj kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya berdewamiya diyalog û lihevhatinê ji bo çareserkirina siyasî ya pirsgirêkên li Sûriyeyê kir, bi awayekî ku mafên Kurd û hemû pêkhatan di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî û di destûra paşerojê ya welat de parastî bin.
Ji aliyê xwe ve, birêz Mazlûm Ebdî spas û rûmetên xwe pêşkêşî cenabê Serok Mesûd Barzanî û Serokayetiya Herêma Kurdistanê kir ji bo hewlên wan ên berdewam û rola wan a bibandor di aramkirina rewşê û gihandina Şam û HSD ê bo rêkeftina agirbestê.
Metirsiyên ji nû ve derketina DAIŞ ê û gefên terorê, babeteke din a civînê bû.
Serok Nêçîrvan Barzanî û Mazlûm Ebdî li Mûnîhê civiyan.
2026-02-15T11:11:00.000000Z