Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Mazlûm Ebdî pêşhatên Sûriyê gotubêj kirin

2026-02-05T20:45:00.000000Z
Nûçe

Êvariya îro pêncşemê 05.02.2026an, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwazî li birêz Mazlûm Ebdî, Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û şanda pê re kir.

Di civînekê de, pêşhatên dawîn ên meydanî û siyasî yên rewşa Sûriyê, pirsa Kurd li wî welatî û peymana navbera hikûmeta Sûriyê û HSDê hatin gotubêjkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî careke din piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo çareseriya aştiyane ya kêşeyan nîşan da û tekez li ser girîngiya berdewamiya diyaloga navbera aliyan û parastina mafên hemû pêkhateyan û gelê Kurd di çarçoveya Sûriyeke yekbûyî de kir.

Ji aliyê xwe ve, birêz Mazlûm Ebdî kurteyek derbarê rewşa navçeyê û gotubêjên bi Şamê û aliyên navneteweyî re pêşkêş kir. Herwiha spasî û pêzanînên xwe ji bo rola berdewam a Serok Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê nîşan da, ku piştgiriya mafên rewa yên gelê Kurd dikin û ji bo aramkirina alozî û girjiyan hewl didin.

Di hevdîtinê de, metirsiyên terorê û liv û tevgerên DAIŞê li navçeyê hatin gotubêjkirin. Her du alî hevra bûn ku hevahengiya navbera aliyan û piştevaniya Hevpeymaniya Navneteweyî ji bo berbirûbûna terorê, faktoreke serekî ya parastina ewlehiya navçeyê bi giştî ye.