Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr El-Sûdanî Civiyan

2025-11-18T12:54:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Îro piştî nîvro Sêşemiyê 18/11/2025 li Dihokê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Mihemed Şiya El-Sûdanî, Serokwezîrê Federalî yê Iraqê kir.


Di civînê de, kêfxweşiya xwe ji ber serkeftina pêvajoya hilbijartinan anîn ziman. Herwiha rewşa siyasî û pêdiviyên qonaxa paşerojê hatin gotûbêjkirin. Her du alî li ser pêwîstiya xebata hevpar û hemahengiyê di navbera aliyên siyasî de ji bo qonaxa pêş ya welat de hevfikir bûn.


Her du aliyan tekezî li ser pabendbûna bi destûrê kirin wekî bingehek sereke ji bo parastina saziyên dewletê, çareserkirina pirsgirêkan û garantîkirina mafên welatiyan.


Di mijareke din a civînê de, her du aliyan dubare kirin ku pêwîst e hemû kes pabendî neguhertiyên neteweyî bin ji bo parastina aramî û demokrasiyê, berjewendiya bilind a neteweyî û bersivdana daxwazên gelê Iraqê bi hemû pêkhateyên wê ve.