Êvara îro Înê 06.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Mihemed Şiya El-Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê yê Federal wergirt.
Di peywendiyê de, pêşketinên dawî yên li herêmê û encamên wan hatin gotûbêjkirin. Her du aliyan careke din redkirina xwe ya êrîşên li ser bajarên Iraqê û Herêma Kurdistanê dubare kirin û tekez li ser wê yekê kirin ku nabê axa Iraqê bibe çavkaniya gef an êrîşan bo ser welatên cîran. Herwiha piştgiriya xwe ji bo wan hemû pêngavan nîşan dan ku dibin sedema xurtkirina aştî û aramiya li herêmê.
Her du aliyan tekez li ser pêwîstiya rûbirûbûna aloziyan bi rêya yekxistina helwêst û gotara hêzên niştimanî kirin, bi awayekî ku parastina serweriya welat û asayîşa niştimanî bê kirin.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê weke her dem dê faktoreke aramiya herêmê be û piştgiriyê li hemû hewldanên niştimanî yên ji bo dûrxistina Iraqê ji encamên neyînî yên nakokiyên li herêmê de dike.