2024-02-18T11:50:46.000000Z
Roja yekşemê 18.02.2024ê di çarçoveya sêyemîn roja Konferansa Asayîşê ya Munchenê li Almanyayê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel xatûn Kaya Kallas Serokwezîra Estonyayê civiya.
Di civînê da, behsa peywendî û hevkariyên hevpar yên Estonyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê ewlehiyê da, rola hêzên Estonyayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Herêma Kurdistanê hate kirin û rewşa emnî û siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê jî gotûbêj kirin.
Her du aliyan tekezî li ser xwesteke hevbeş ya ji bo pêşxistina peywendiyan di hemû waran da kirin. Her wiha behsa serdana Serokê Estonyayê Alar Karîs û şandeya pê ra ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di nîvê meha Hezîranê da û hevdîtina digel Serok Nêçîrvan Barzanî ya li Hewlêrê hate kirin. Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê spasiya rola hêzên Estonyayê li Herêma Kurdistanê kir.
Pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn, şerê Gezze û Ukraynayê û bandor û derencamên wê li ser deverê, mijareke dinê vê civînê bû.