2026-02-28T16:48:00.000000Z
Îro êvarî, roja Şemiyê 28.02.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefonî ji birêz Esed Şeybanî, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê, wergirt.
Di peywendiyê de, geşedanên ewlehî yên dawî li herêmê û encamên wan li ser asayîş û ewlehiya herêmê hatin gotûbêjkirin.
Herdu aliyan tekez li ser girîngiya bihêzkirina hemahengiya herêmî û navdewletî ji bo parastina asayîşa herêmê kirin.