Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê bi Sekreterê Giştî yê Esayîbî Ehlî Heq re civiya

2025-01-13T19:34:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Li Bexdayê êvariya roja duşemê 13.01.2025ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Qeyîs Elxezelî Sekreterê Giştî yê Esayîbî Ehlî Heq re civiya.

Her du aliyan tekez li ser girîngiya bihêzkirina hevkariya navbera hemû aliyên Iraqî ya ji bo parastina ewlehî û aramiya welat kirin, her weha hewcedariya xebatên hevbeş ya ji bo parastina Iraqê ji bandora rewşa herêmî de bi pêwîst zanîn.

Her du alî li ser dûrxistina Iraqê ji nakokiyên herêmî hevfikir bûn û tekez li ser girîngiya yekîtiya niştimanî ya ji bo rûbirûbûna astengiyên navxweyî û derveyî kirin.