2023-04-08T13:49:53.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja şemiyê 08.04.2023ê li bajarê Bexdayê, di civînekê da digel birêz Fayiq Zêdan Serokê Desthilata Dadweriyê li Iraqê li dor rewşa giştî û dawî pêşhateyên herêmî û rêkeftina di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo destpêkirina hinartina neftê, bîr û ramanan li hev guhertin.
Her du alî li ser girîngiya rola erênî ya Desthilata Dadwerî di nêzîkkirina nêrînan ji bo çareserkirina pirsgirêkên welat hemfikir bûn û tekezî li ser pêwîstiya piştevaniya hemûyan ji bo cîbicîkirina karnameya Hikûmeta Federal kirin.
Pêşhatên dawî yên diyaloga Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da, aliyekî din yê civînê bû.