2024-10-16T12:37:00.000000Z
Di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya li Tirkiyê, îro piştî nîvro roja çarşemê 16.10.2024ê li Enqereyê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan civiya.
Di civînê da ku, birêz Îbrahîm Kalin Serokê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyê jî tê da amade bû, geşepêdana peywendiyên Tirkiyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra, rewşa Rojhilata Navîn û çend mijarên girîng yên xwedî berjewendiyên hevbeş hatin gotûbêjkirin.