2020-03-12T05:37:52.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li daxuyaniyek da bi tundî êrîşa şeva derbasbûyî ya ser Hevpeymaniya Navdewletî li Bexda şermezar kir ku eve jî naveroka wê ye:
Bi tundî wê êrîşa mûşekî şermezar dikîn ku şeva derbasbûyî Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Serbazgeha Eltacî li Bexda armanc kir û li encamê da hejmarek serbazên Hevpeymaniya Navdewletî canê xwe ji dest dan û hejmareke din jî birîndar bûn.
Di demek da hevsozî û hevxemiya xwe ji bo malbatên qurbaniyan û welatê wan derdibrîn, dûpat dikîn ku ev êrîş pêşhatekî tirsnake û ziyan bi berjwendiyên Iraqê digihîne û rewşa welat dixe metirsiyê ve, bi taybetî ku hê jî teror metirsiyekî rasteqîneye û Da'îş gefeke ciddiye li ser ewlehî û asayîşa Iraq û navçeyê û ji bo ji navbirina wan pêwîstî bi hevkarî û piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletî heye.
Daxwaz ji aliyên berpirsan dikîn êrîşkaran peyda bikin û rûbirûyê yasayan bikin, rê jî li dûbarebûna van êrîş û dijminkariyane bigrin ku dibine sedema tevlîheviyên zêdetir û rewşê aloztir dikin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
12/03/2020