2021-09-07T18:44:07.000000Z
Nîvroya îro sêşem 07.09.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Josep Borrell Cîgirê Serokê Komîsyona Ewrûpa û Berpirsê Siyaseta Derve û Asayîşa Yekîtiya Ewrûpa û şandeke li gel da kir.
Li civînê de peywendiyên Yekîtiya Ewrûpa li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşxistina warên alîkarî û hevbeşiya di navbera wan, peywendî û kêşeyên Hewlêr - Bexda, metirsiyên terorê û gef û kirdarên Da'îş, hilbijartin û paşeroja siyasiya Iraqê, rewşa koçber û penaberan, metirsî û bandorên guhertina keşuhewayê, pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş hatin nirxandin.
Birêz Borrell, ji bilî derbirîna pêzanînên Yekîtiya Ewrûpa ya ji bo rola Herêma Kurdistanê ya li rûbirûbûn û têkşikandina Da'îş û pêşwaziya li koçber û penaberan û parastina pêkhatan, berdewamiya piştgirî û alîkariya Yekîtiya Ewrûpayê ya ji bo Herêma Kurdistanê li hemu waran da dûpat kir.
Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan, rola Yekîtiya Ewrûpayê li Iraq û Herêma Kurdistanê û yarmetîdana wan ya ji bo bihêzkirina sazî û damezraweyên welat û çaksazî û yarmetîdana wan ya çareserkirina kêşeyan de bilind nirxand û dûpat kir ku kêşeyên Iraqê pêwistî bi çareseriya siyasî heye.
Piştî civînê jî li daxuyaniyeke rojnamevaniya hevbeş da, behsa naveroka civînê û mijarên wê kirin. Li vî derbarî de di destpêkê de Serok Nêçîrvan Barzanî got:
Bixêrhatina birêz Borell Cîgirê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewrûpa û Berpirsê Siyaseta Derve û Asayîşa Yekîtiya Ewrûpayê ya Hewlêr û Iraqê dikim, bixêrhatin. Vê serdanê gelek bilind dinirxînîn ku di demeke girîng da tê encamdan û nîşana pêgiriya Yekîtiya Ewrûpaye beramber bi Iraq û Herêma Kurdistanê.
Li ser komek pirsan me guftûgo kirin, yek ji wan: Asayîş û aramî, peywendiyên Yekîtiya Ewrûpa û Iraqê, peywendî û kêşeyên Hewlêr û Bexda, şerê dijî Da'îş û gefên wê, hilbujartinên paşerojê ya Iraqê û girîngiya beşdariya tîmên Yekîtiya Ewrûpa ya ji bo çavdêrî, rewşa navçeyê, pirsa koç û çend babetên dinên girîng û hevbeş bûn.
Spasî welatên Yekîtiya Ewrûpayê ya ji bo piştgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê li şerê dijî Da'îş da, her wiha ji bo yarmetiya wan ya mirovî dikîn. Yekîtiya Ewrûpa li rêya bernameyên pêşxistinê li ser çendîn astên cûda de bi awayeke ber bi çav ji bo pêşxistina bi şiyanên mirovî, hevkariya me kirine.
Guhertina keşuhewa, bandora wê ya li ser bi giştiya goka zevî da heye û em jî ne li derveyê wê bandorê ne. Heta tê rûntir dibê ku guhertina keşuhewayê ji bo asayîş û pêşketina Iraqê metirsiye.
Xweşhalîn ku sê parêzgehên Herêma Kurdistanê li peymana parêzgerên Ewrûpayê bûne endam, bo ku bi piştgîriya Yekîtiya Ewrûpayê bin û plana xweguncandina keşuhewa û enerjiyê pêşxistine.
Yekîtiya Ewrûpa han didîn ku berdewam bê li piştgîrîkirina hewlên Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna bandorên têkderên guhertina keşuhewayê.
Her wiha daxwaz dikîn ji bo bihêzkirina sazî û damezraweyên dewletê, çaksazî, berqerariya yasa, fermanrewayî ya dirust, şiyansaziya jinan û lawan, alîkariya li warê akademî û zanîngeh û ber bi pêşvebirina warên din kargêrî û darayî û karubarê dadweriyê da, piştgîriya me bikin. Daxwaz dikîn hevkar bin heta Herêma Kurdistanê li hemû rûyek ve li rêkeftinê li gel Iraq û Yekîtiya Ewrûpayê sûdmend bê.
Li dawiyê de birêz Borrell, dixwazim careke din pêgiriya xwe ya li pêşxistina bihayên me yên hevbeş: Demokrasî, azadiya raderbirîn, rêzgirtina mafên mirov, pêkvejiyana aştiyane û azadiya olî û parastina pêkhatan, dûbare bikim. Gelek bixêrbêy.
Paşê birêz Josep Borrell Cîgirê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewrûpa û Berpirsê Siyaseta Derve û Asayîşa Yekîtiya Ewrûpayê got:
Spas cenabê Serok, di destpêkê de spasî cenabê we dikim ji bo vê pêşwaziya we ya germ ya li Hewlêrê.
Xweşhalim ku geşta vê Herêma Iraqê, Herêma Kurdistana Iraqê dikim û dawî bi geşta Iraqê tînim. Ji ber ku zehmete serdana Iraqê bikî û girîngiyeke zêde bi Herêma Kurdistanê nedî. Me guftûgoyekî pir bi berhem hebû di derbarê komek pirsên girîng û hevbeş ku cenabê Serok balkişande ser wan babetan. Em dizanîn ev Herême berê ji kêşeyên mezin da derbasbûye û gelek ji wan kêşeyan jî hê jî mane. Ez li vir bi navê Yekîtiya Ewrûpa hevsozî û piştevaniya xwe derdibrim. Yekîtiya Ewrûpa dost û hevbeşe û her wiha jî dimîne.
Li van demên dijwar de Herêma Kurdistanê roleke girîng li aramiya Iraq û navçeyê da dibîne, her ji bo wê yekê eve girîngiyeke zêde bi peywendiyên di navbera Hewlêr û desthilata federaliya li Bexda didîn. Em li dijwariyan têdigihin û hana hemû hewlan didîn ji bo çareserkirina nakokiyan û desteberkirina hevkariyê, ji bo vê mebestê jî em amadeyê hemû hevkariyekîne.
Li guftûgoya me ya li gel cenabê Serok da, min derfeta ewe hebû pêzanîn û pesnê xwe ya ji bo yarmetiya girîng ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş bigihînim. Piştgîriya girîngê xelkê Kurdistanê, bandoreke yek alîker hebû li şerê dijî Da'îş da. Em li Yekîtiya Ewrûpa bi tevahî pêgirî wê hevpeymaniya cîhanî ne.
Şerê dijî Da'îş bi mixabin dawî nehatiye, êrîşên vê dawiyê her wiha berdewamin. Her ji bo vê mebestê xweşhalim rabigihînim ku li vê havînê da me erkê şêwirmendiya xwe ya li Iraqê bi vekirina cîheke herdemiya li Hewlêrê berfireh kiriye. Tîma me amadeye şêwirîn û karê pîsporî li warê asayîşa medenî da pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike. Ev erka nû li vê cihê da destpêkiriye ku piştgîriya me pêwîste.
Her wiha min pêzanînên xwe ji bo Herêma Kurdistanê derbirî bo ku ew camêrî û berpirsiyariya beramber gelek kes û gelek ji koçberên navxweyî ya ji destê Da'îş koçber bubûn nîşan da ku bi taybetî li nav wan da gelek ji xelkê Mesîhî û Êzîdî hebûn. Cenabê Serok, hewlên we gelek ber bi çavin, we li wan şeş mehan de karî pêşwaziya du milyon koçberan bikin ku dike sê bi yekê hejmara nîştecihên Herêma Kurdistanê, bawer nakim li hîç cîheke din, mînaka kareke wiha ya mezin pêşwazî û hevkarîkirina xelkê hebê.
Dizanim eve têçûneke zêde lê diçe, ji bo wê yekê divê pesnê cenabê we û xelkê Kurdistanê bidim bo wan hemû alîkariyan. Hewl didîn ewê li şiyana me da hebê, yarmetiya we bidîn, li sala 2019 ve heta niha nêzîkî 240 hezar kes li Iraqê ji xizmetguzariyên Yekîtiya Ewrûpa li wargehan de sûdmend bûne. Piştgîriyê jî li wan projeyan dikîn ku dibine sedema baştirkirina peywendiya di navbera koçberan û xelkê navçeyê.
Her wiha derfeta me hebû guftûgo li ser çendîn pirsên navçeyî bikîn ku girîng û hevbeş bûn. Ev navçe li cografyayeke aloz da maye, her li vê çarçêweyê da pêşhatên dawî jî wekî ewê li Efxanîstanê ber çav digrîn. Me behsa dosyeya koç kiriye ku ji bo me û Endamên Yekîtiya Ewrûpa girînge.
Cenabê Serok, bi guftûgoya me ya di derbarê mafên mirov de xweşhal bûm, li ser girîngiya azadiya raderbirîn û ragihandinê hevrê buyîn wekî beşek ji demokrasiyeke tendirust ya ji bo civakake medenî jiyandost û xwedî roleke çalak ya li ser bingeha yasayên navxweyî û pêverên navdewletiyan. Medyaya azad û sîstema dadperwerî, bingeha civakê ye.
Ev hemû peyamên civîna me bûn li gel cenabê Serok Nêçîrvan Barzanî û Berpirsên Herêma Kurdistanê. Piştî niha jî pêşbîniya hevbeşiyeke bihêztir li gel we dikim û hêvîdarim dûbare derfeta min ya serdana vê navçeya xweşik hebê.