2022-08-22T13:40:59.000000Z
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê roja duşemê 22.08.2022, pêşwaziya Suzuki Kotaro Balyozê Japonê li Iraqê û şandeya pê re kir.
Di hevdîtinekê da pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê û peywendiyên Japonê digel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Balyozê Japonê dupat kir ku welatê wî dê li ser piştgirî û hevkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be, pesna pêşkeftinên Herêma Kurdistanê da û rola Serok Nêçîrvan Barzanî di nêzîkkirina aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û yekrêziya di navbera wan da bilind nirxand.
Serok Nêçîrvan Barzanî, Ji aliyê xwe ve, spasiya rola Japonê ya li Herêma Kurdistan û Iraqê kir û bi taybetî amaje bi kar û çalakiyên ajansa JICA ya Japonê kir û hêviya berdewambûna kar û çalakiyên Japonê û pêşxistina têkiliyên du alî xwest.
Rewşa siyasî ya Iraqê û sûdwergirtina ji derfetan, aştî û aramiya navçeyê bi giştî, metirsiya terorê, pirsa avadankirinê û ew sektorên ku Japon dikare tê de kar bike û handana sektora taybet, çend mijarên din yên hevdîtinê bûn.