
Rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi birêz Mistefa Kazimî Serok Wezîrê berê yê Iraqê re, pêşhatên siyasiyên dawî û rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û navçeyê guftûgo kirin.
Her du alî tekez li ser girîngiya bihêz kirina hemahengî û hevkariya di navbera hêz û aliyên siyasî û pêkhatên Iraqê, ya ji bo rûbirûbûna kêşeyan û parastina aramiya welat û dûrxistina wê ji aloziyên navçeyê kirin.
Li mijareke dinê hevdîtinê de di derbarê guftûgoya Hewlêr ـ Bexda ya ji bo çareser kirina kêşeyên di navbera wan de, danustandina bîr û ramanan kirin. Li vî derbarî de, li ser girîngî û pêwîstiya berdewamiya hewlan û hemahengiya di navbera her du aliyan ya ji bo li hev têgihiştin û çareser kirina kêşeyan de hevra bûn.