Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Rêwas Fayiq kir

2019/07/11
Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peyamekî pîrozbahiyê de, hêviya serkeftinê ji bo xatûn Rêwas Fayiq ya bi helkefta hilbijartina wê ya bi Seroka Parlemena Kurdistanê xwest ku eve jî naveroka wê ye:

Birêz xatûn Dr Rêwaz Fayiq
Seroka Parlemena Kurdistanê

Bi helkefta hilbijartina cenabê we ya Seroka Parlemena Kurdistanê, bi germî pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we û Parlemena Kurdistanê dixwazim.

Parlemena Kurdistanê bi rêya derxistina yasa û biryarên pêwîst ve, rolekî bi bandor li çespandina yasayî ya mafên gelê Kurdistanê û rêkxistina jiyana medenî û îdarî ya li Herêma Kurdistanê de hebûye. Hêvîdarim ezmûn û şarezayî xwe ya li karê Parlemenî de û bi hevkariya hemû fraksiyonan, xizmetekî baştir li qonaxa niha û ya paşaroja Herêma Kurdistanê de bikin.

Em jî li Serokayetiya Herêma Kurdistanê, ji bo serxistina karên Parlemenê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi navê kûrkirina ezmûna demokrasiyê û berev pêşve birina sîstema hukimraniya li Herêma Kurdistanê de palpişt û hevkar dibîn.

Li gel rêzên min...

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11/10/2019