2023-06-01T07:56:53.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di peywendiyeke telefonî da digel birêz Bafil Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, bi helkefta 48 saliya damezrandina YNKê pîrozbahiyê li Serok, Encumena Bilind ya Siyasî û Berjewendiyan û Mekteba Siyasî, serkirdayetî û tevaya endam û cemawerê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji wan ra xwest.
Serok Nêçîrvan Barzanî, her bi vê minasibetê, di axaftina xwe de îşaret bi têkoşîn û dîroka YNK ê û rola û pêgeha rehmetî Serok Mam Celal bi bîr anî û hêvî xwest ku ev helkefte bibe sedemê yekdengî, bihevreyî û yekrêziya aliyên siyasî bi taybetî PDK û YNK ê.
Birêz Serokê YNK ê, ji aliyê xwe ve, li ser navê xwe û serkirdayetiya YNKê spasiya pîrozbahî û peywendiya telefonî ya Serokê Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê jê ra xwest.