Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Fransa pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin

2025-06-23T10:53:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Yann Braem Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de di derbarê pêşhatên dawî ya rewşa Rojhilata Navîn û eger û encamên şer û pevçûnên li ser rewşa navçeyê û aramî û ewlehiya navçeyî û navdewletî ve, danustandina bîr û ramanan kirin û behsa metirsiyên egera zêdetir berfirehbûna aloziyan kirin.

Her du alî li ser girîngiya hewldana aramkirina rewşê û rawestandina şer û pevçûnan hevra bûn. Herwiha tekez li ser helwesta Fransa û Herêma Kurdistanê kir ku rê li zêdetir geşbûna wê bê kirin û kêşe û nakokiyan bi rêya guftûgo û dîplomasiyê bêne çareser kirin.

Birêz Konsulê Giştî yê Fransa bi kurtî li ser hewlên Fransa û Serok Macron yên ji bo rawestandina şer û çareseriya aştiyaneya kêşeyan xiste rû. Her li vî derbarî de balkişand li ser hewlên Fransa yên li çarçêweya danustandinên Ewrûpa yên ji bo rê girtina li geşbûna rewşê û vegerana aliyan li ser rêya guftûgo û çareseriyên dîplomasiyê de.

Peywendiyên Fransa bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, peywendiyên Hewlêr ـ Bexda û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên din yên vê hevdîtinê bûn.